Tirkiye û Iraqê li ser petrola Iraq û Herêmê peyman îmze kir

Iraq û Tirkiye bi protokolekê ji bo hinardekirina petrola Iraq û Kurdistanê bi rêya boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê-Ceyhanê îmze bikin.

1 deqe xwendin
Tirkiye û Iraqê li ser petrola Iraq û Herêmê peyman îmze kir

Sekreterê Desteya Wezîran ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Amanc Rehîm agahiyên nû li ser hinardekirina petrolê ji Herêma Kurdistanê û Iraqê eşkere kir.

Amanc Rehîm têkildarî mijarê wiha got; “Her du hikûmetên Iraq û Tirkiyê îro li Enqereyê li hev kirin ku protokolek demkî îmze bikin da ku berdewamiya hinardekirina petrola Iraqê, tevî petrola Herêma Kurdistanê, bi rêya boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê-Ceyhan misoger bikin.”

Amanc Rehîm anî ziman ku ev protokola demkî dê heta ku peymanek nû ya demdirêj ji bo hinardekirina petrolê bi rêya Bendera Ceyhanê were amadekirin û îmzekirin, berdewam bike û wiha got: “Tê payîn ku di nav salekê de were temamkirin. Peymana 15 salî ya di navbera Iraq û Tirkiyeyê de, ku wekî ITP (Boriya Iraq-Tirkiyeyê) tê zanîn, di 27’ê Tîrmehê de diqede.”