Li Dêrazorê ala DAIŞê hat hildan
Li bajarokê Zebarî yê gundewarên rojhilatê Dêrazorê yê di bin kontrola Hikumet Demkî ya Sûriyeyê de ala DAIŞê hat hildan.

Ji dîmenên hatine parvekirin, ala çeteyên DAIŞê li pêşiya dibistaneke bajarokê Zebarî yê gundewarên rojhilatê Dêrazorê hatiye hildan.
Li gorî çavkaniyên xwecih, duh êvarî li gelek deveran nivîsên ku pesnê çeteyên DAIŞê didin jî hatin nivîsandin. Nehat zanîn ku ev yek ji aliyê kê ve hatiye kirin.


