Komedyen Denîz Goktaş hate girtin
Komedyen Denîz Goktaş bi hinceta, “Heqeret li Serokkomar kiriye” û “nirxên olî biçûk xistiye” hate girtin.

Komedyen Denîz Goktaş ji ber pêşandana stand-upa xwe ya bi navê “Ölü Deniz” (Behra Mirî) li ser YouTubeyê bar kiribû ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê der barê wî de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de Denîz Goktaş 2yê Tîrmehê dema derveyî welat vedigeriya li Balafirgeha Stenbolê hatibû binçavkirin.
Denîz Goktaş piştî kar û barên îfadeya li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê, sewqî Dadgeha Çaglayanê ya Stenbolê hate kirin. Denîz Goktaş piştî îfade da dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî cem dadger hate kirin.
Dadgeriya Cezayê Sulhê îfadeyê Goktaş girt. Piştre dadgeriyê bi hinceta “Heqeret li Serokkomar kiriye” û “Nirxên olî biçûk xistiye” Denîz Goktaş hate girtin.


