Bi per û baskbûna li ser zinêr
Rastiyeke civakî ya di bin zexta qirkirinê de ye û rewşa xwe ji ya parya jî xerabtir e, nabe zemîneke normal; dibe ber zinar. Mirovên ku zanibe li ser zinar li ber ketinê ye, hingî dikare bi per û bask bibe.

Ji Sekreteryaya Îmraliyê Ergîn Atabey nivîsek ji Rojnameya Yenî Yaşamê re şand. Nivîsa ku Ergîn Atabey ji Rojnameya Yenî Yaşamê re şandiye bi vî rengî ye:
“Bi hêviya ku hûn ji her alî ve baş bin, silav, hezkirin û hurmeta xwe dişînim, we hemûyan bi hesret hembêz dikim.
Li vê derê saleke me tijî dibe. Warekî bêhempa yê azadkirinê ye. Demeke ku her kêliya xwe bi hesabpirsîneke bêhempa û avakirinê derbas dibe. Şikandina pûtan, parçekirina dogmatîzmê kêlî bi kêlî bi hesabpirsîn û avakirinê tê kirin.
Weke ku tê zanîn Rêber di her firsendê de mînakan ji jiyana xwe dide. Dema mirov şahidê yekser ê jiyana wî û parçeyek ji komînê bin, baştir fêhm dike. Bêguman ji bo fêhmkirin ne pêwîst e ku illehî pê re bijî. Rastiyeke xwe ya jiyanê heye ku bi her awayî ‘Dibistanek’e cidî ye û hîn dike. Lê mixabin em dikin nakin ji vê dibistanê hîn nabin. Bi dersên balkêş dagirtî ye. Dema mirov li jiyana me ya çawa û ji bo çi dinihêre, li hemberî rewşa me ya hîn nabe bi hêrs dibe. Mînaka heyî ne tiştekî nepixandî ye. Jiyaneke pêk tîne û pêk hatiye li holê heye. Jiyana me ya li pêşberî vê yekê cihê xemgîniyê ye. Rewşa me ya dogmatîk û xapandina xwe bi xwe hîn jî dewam dike. Bêguman pêwendiya vê yekê bi wê heye ku em bi vî mejî xwe bi xwe re mijûl dikin. Halbûkî ji bo mirov bilind û berz bibe, divê bi rengekî rast bi xwe ve mijûl bibe. Ji ber ku em nikarin vê bikin, rewşa me ji jiyanê qut e, xwe bi xwe diçikîne.
Kurd di pêvajoya hebûna azad de ye
Ders û dibistaneke bi serê xwe ye ku Rêbertî çawa bi Kurdîtiyê hesiya, Kurdîtiya ku kesî newêrîbû navê wê bilêv bike bi rengekî têgehî nav lê kir û ya girîng jî nava vê têgehê dagirt. Hîn di dibistana seretayî de Kurdîtî nas kir. Di vê mijarê de çîroka her kesî dişibe hev. Lê belê yê ku rabû û cudahî afirand Rêbertî ye. Di salên 1970î de heta ku pêşketina têgehî pêk anî, çi qewimî? Destpêkê weke her kesî xwest ji Kurdîtiyê bireve. Ji ber dît ku Kurdîtî dikare bibe astengiyeke cidî, lê belê nekarî jê bireve. Hîn di zarokatiyê de rev sekinand. Wî temenî dema ku dît Kurdîtiya kevneşop ji bo mirîş, zarokan û hwd. dikuje û hev dikuje, got ‘Xwedayê min mirina di oxira doza Kurd de bike para min. Bila li pey min bibêjin, ‘Ji bo doza Kurd mir’. Sir di vê gotinê de ye. Çiqasî haya xwe jê hebû nayê zanîn, lê belê ev gotin di heman demê de sozek ji bo xwe bû. Ev soz li dil û mejî neqişî. Ya girîng jî têgehbûyîna ‘Doza Kurd’ e. Bi wê gotin û têgehê lêgerînekê dest pê kir. Naveroka têgehê hate dagirtin û şêweyê jiyana Kurdîtiyê hate destnîşankirin.
Lêkirina navê Kurdîtiyê, dagirtina naveroka wê û ji wê têgehê avakirina Kurdên azad ne tiştekî şênber e. Jiyaneke li gorî wê têgehê heye ku diherike. Me jî heman têgeh pejirand û em tevlî bûn. Lê belê li kêleka vê em li rastiya xwe binihêrin: Em çiqasî bi berpirsyariya têgehî jiyan? Ji aliyê fikrî, dil û kesayetî ve em çiqasî bûn Kurdek azad? Rêbertî çawa xwedî lê derket û jiya, em çawa xwedî lê derketin û jiyan? Ya me ji meşa kevn û kevneşop derbas nebû. Meşa serketî li aliyekî, ji bo bûyîna Kurd, ji bo hînbûna li dibistana Kurdîtiya mezin em zor û zehmetiyan dikişînin.
Sira meseleyê di vir de ye: Kesayetiyên me yên bi têra xwe xurt, hene. Em li xwe nagirin ku bikevin nava hewldanên dilnizm ên Rêbertî. Em hîn jî pênaseya ‘Sergo’ qebûl nakin. Ji ber ku em li xwe nagirin ku bikevin nava sergo. Halbûkî Rêbertî kêliyeke xwe ya bi tenê jî li derveyî wî sergoyî derbas nekir. Çi hatibe afirandin bi tevdana wî sergoyî hatiye afirandin. Eger îro ji wî sergoyî bi navê Kurdîtiyê morî hatibe derxistin, ev yek rastiya Rêbertî ye ku ew sergo tev da û derxist holê.
Em hîn sergoyê ku mejî û kesayetiya me ketiye nav, nikarin qebûl bikin. Eger Kurdîtî veguherîbe sergoyekî, gelo em ne ew sergo bi xwe ne? Wê demê pêwîstiya me ya sereke ew e ku moriya di nava xwe de bibînin û biafirînin. Çima li her cihî xwe ji me vedigirin? Çima em nikarin ber bi xwe ve bikişînin? Ji ber ku ji sergoyê nava me bêhn tê. Berpirsyariya têgehî û hesabpirsîna navxweyî divê ji wir dest pê bike ku em balê bikişînin, bibin avaker. Eger em dixwazin bibin hevrê, beriya her tiştî divê em tenezûlî vê bikin.
Bi fedakariya canê xwe re berpirsyarî bi cih nayê anîn. Afirandina têgeha Kurd û dagirtina nava wê di nava meşa ‘Temenê Kurdîtiyeke Azad’ a Rêbertî de ye. Ne bilêvkirina gotina ku dema wê hîn nehatiye û avêtina gavê, ne jî bilêvnekirina gotina ku dema wê hatiye û navêtina gavê nikare bibe sireke vê meşa vî temenî. Eger em rewşa xwe binirxînin, di vê mijarê de em gelekî tevlîhev û belawela ne. Me kîjan gotin di dema xwe de got, kîjan gav di dema xwe de avêt? Gelo ji ber vê yekê ye ku gotin û pratîka me ji hev qut û belawela ye? Rêbertî dema tiştekî dibêje, teqez bi cih tîne. Di asteke welê de xwe bi têgeha Kurd û dagirtina naveroka wê ve girê daye ku kêliyeke bi tenê jî bêyî wan derbas nake. Kêlî bi kêlî, nefes bi nefes hewl dide naverokê dagire, ava bike, pêk bîne û ava bike. Di vê mijarê de mînakeke din a berpirsyariyê nîne. Gotinê belasebep nabêje, teqez bi cih tîne. Temenê xwe bi temamî bi vî rengî derbas bûye. Rewşa me ya ku gotin û pratîk ewqasî ji hev qut e û em vê qebûl nakin hem Rêbertî aciz dike hem jî matmayî dihêle. Di nava ya me de bandora modernîteya kapîtalîst gelekî zêde ye. Kapîtalîzmê mejî, dil û kesayetî parçe parçe kiriye. Qîmetê gotinê ji holê rakiriye. Derew kiriye felsefeya esasî. Bandoreke din a van taybetmendiyan ew e ku mirov xwe bi xwe dixapîne.
Divê em têgehan bixin meriyetê
Eger doza Kurd û sosyalîzmê heta roja îro hatiye anîn, ev yek bi hewldaneke di ser mirovên asayî re girêdayî ye. Gotinek heye ku tê gotin ‘Divê mirov heqê wê bide’, mirov bi rastî jî dema heqê karê dike bide, tişta ku jê re ‘nabe’ tê gotin jî dikare bike ku bibe. Mesele ew e ku em çiqasî heqê wê didin. Taybetmendiya herî nebaş a ji bo mirov ew e ku heqê karê xwe nade. Ev yek rewşa herî xerab a qedandinê ye. Ne hewce ye yek rabe me biqedîne. Bi gera li hawirdorê ya bê armanc, bi nedayîna heqê karê xwe em bi xwe dawî li xwe tînin. Rêbertî ji bo vê jiyana aware dibêje ‘Ez kêliyekê jî bi wî rengî najîm’. Jixwe ji ber ku bi vî rengî ye heqê wê dide.
Yek ji dersên bingehîn ên jiyana teslîmkirina vî heqî jî ev e: Bêyî ku karekî li ser zemîneke qewîn bê rûniştandin gavên stratejîk û taktîkî neyê avêtin. Ya ku pratîkê bi temamî diyar dike ev ders e. Em jî gavan diavêjin. Her wiha di nava hewldaneke berfireh de ne. Lê belê, gelo encam çi ye? Bi gotina Rêbertî encam ‘Hemal Haso’ ye. Sedema vê ew e ku em karê xwe naspêrin esasekî. Bêyî ku em bala xwe bidin ser bê zemîn qewîn e yan na, em gavan diavêjin. Ya herî girîng jî gelo di gavên me de stratejî û taktîk heye? Em li wê nanihêrin. Gavên me welê ye ku mirov nikare jê re bibêjin hema ji ber xwe ye.
Piştî ku manîfesto derket em bi têgehên manîfestoyê diaxivin, nîqaş dikin, dinivîsînin, dixwînin û dijîn. Divê ev bibe. Lê belê, ev berfirehiya jiyana me ya têgehî rewşeke nû nîn e. Bîst û pênc sal in têgehên paradîgmaya nû ketiye rojeva me. Di nava bîst û pênc salên bihurî de her parêznameyê stêrke nû ya têgehê tevlî jiyana me kir. Eşkere ye ku me heqê van nedane. Hema bibêje me jiber kir û çikand. Weke ev têgeh ne ji bo avakirina jiyana Kurd ê azad e, tenê ji bo nîqaşkirinê ye me nêzîkatî nîşan dan. Lewma têkiliya me ya bi têgehan re ne li ser bingeha berpirsyariya têgehî û avakirinê ye. Em bi giranî têkiliyeke bi rengê murîtî datînin. Weke ku tê zanîn, taybetmendiya herî girîng a murîdan ew e ku têgehan jiber bike, îman bike û dubare bike. Di vê rastiya têkiliyê de têgeh û jiyan cemidî ye. Diyalektîkê radiwestîne, dogmatîk dike. Ev rîsk niha jî heye. Divê mirov xwe ji vê têkiliyê rizgar bike, bi berpirsyariya têgehî û têgehên avakariyê nêzîk bibe.
Rêbertî di zarokatiya xwe de rastiya me ya jiyanê dike têgeh. Ne tenê dike têgeh, di heman demê de naveroka wê dadigire, ava dike. Di vir de taybetmendiya herî esasî ew e ku xwedî berpirsyariya têgehî ye û heqê wê dide. Temenê xwe bi temamî bi vê berpirsyariyê û dayîna heqê wê derbas kir. Ji aliyê sosyalîzm û komunalîzmê ve jî bi vî rengî ye. Ne tenê bi berpirsyariya têgehîkirina Kurdîtiya divê bê jiyîn rabû û heqê wê da; Kurdîtiya azad bi dayîna heqê têgehên komunalîzm û sosyalîzma civaka demokratîk ava kir. Ya herî girîng jî ev yek destpêkê di jiyana xwe de xist meriyetê. Lewma xwe li taybetmendiyên herî esasî yên mirov girtiye. Di şexsê xwe de Kurdê azad, komunalîst û sosyalîst de bi rengê herî balkêş ava kiriye.
Rêbertî dema vê analîz dike, vê yekê bi gotina ‘Berpirsyariya têgehî, dayîna heqê wê û xwevegirtina ji xiyaneta li têgehan’ pênase dike. Em jî hînî heman têgehan bûn, me jî xwest li gorî wê bijî. Lê belê ji aliyê berpirsyariya têgehî û dayîna heqê wê, her wiha ji aliyê jiyana bêyî xiyaneta li têgehan, ji bo me pirsên cidî hene. Rêbertî bi wan herdu têgehan dest pê kir û gihand roja me ya îro. Têgehên bi heman rengî ji aliyê gelek kesan ve hate bikaranîn. Lê belê nekarîn bi encam bikin. Lê belê nekarîn bibin serî. Eger mirov bala xwe bidin ser, ferqeke cidî heye. Dema ku wan herdu têgehan eşkere dike, ji ser hişê xwe diçe. Berpirsyarî giraniya vê yekê, dayîna heqê wê û xiyanetnekirina li wan têgehan, encameke bi vî rengî bi xwe re tîne. Têgehên din hemû bi heman êş û giraniyê afirand. Gelo têkiliya çend ji me bi vî rengî bi têgehan re heye? Em di rastiya xwe ya jiyanê de dibînin ku bi vî rengî nîne. Gelo em çiqasî dikarin bi têgehên ku dipejirînin bijîn? Heman têgeh me jî pejirand û em hîn bûn. Lê belê bi heman berpirsyariyê, bi dayîna heqê wê em nekarîn bijîn. Yek ji pirsgirêkên me yên bingehîn qutbûna me ya ji têkiliya bi têgehan re ye ku bi berpirsyarî nêzîk nabin, heqê wê nadin û ava nakin. Me bi giranî ji ber kiriye û veguherandiye baweriyeke dogma. Ev yek pirsgirêka bingehîn a mirovahiya vê serdemê ye. Modernîteya kapîtalîst têkiliya navbera mirovahî û têgehî, jiyana bi berpirsyarî û dayîna mafê wê qut kiriye. Rêbertî vê rewşê bi gotina ‘Fahîşebûnê’ pênase dike. Fahîşetî jidestdana wateya berpirsyarî û têgehî ye. Ji aliyê din ve qutbûna têkiliya bi têgehan e. Di serdema heyî de gelek têgeh têne bikaranîn. Lê belê ev bikaranî bi giranî ji bo xapandinê ye. Di tu serdema dîrokê de di vê astê de xiyanet li têgehan nehatiye kirin. Lewma berpirsyariya bi têgehan re, dayîna heqê wê û jiyana bêyî xiyaneta li têgehan gelekî girîng e. Pêwîstiya me bi rengekî cidî pê heye ku em vê têkiliyê bi rengekî rast deynin û bijîn. Li ser vê bingehê divê em bi rengekî cidî cidî hesabpirsînê ji xwe re bikin ku karibin bibin Kurdek azad, komunalîst û sosyalîst.
Mirina ji bo doza Kurd
Divê mirov ji vî alî ve jî wateyê bidin bûyeran. Derxistina Kurdan ji gorê, daxistina wan ji sêdarê xwedî diyalektîkeke pêşketinê ya bi vî rengî ye. Kurd niha ne di pêvajoya gor û sêdarê de ne. Di pêvajoya hebûna azad de ye. Niha her tişt ji me re hêsan tê. Dibe ku ji ber vê be, em baş fêhm nakin bê çawa hatine pêvajoya hebûna azad. Ji ber vê jî nikarin afirîner bin. Gelo em çiqasî di nava refleks û rageşiya hebûneke di pêvajoya qirkirinê de ne? Rêber Apo baş zanîbû ku Kurd koleyekî di bin zexta qirkirinê de ye, divê bi vî rengî nejî, lewma ji bo dawî li vê bîne meşeke dîrokî da destpêkirin. Balkêş e, dema ku em li ber rewşa xwe ya ji koleyan jî xerabtir e û di bin zexta qirkirinê de ye radibin, weke ku em azad in tevdigerin. Ev yek şaşitiyeke mezin e, xwe xapandin e. Yê ku xwe azad bibîne jiyana xwe jî cuda dibe. Bi rastî jî azad be hingî nirxekî xwe çêdibe. Dema ku bi rastî azad nabe, hingî xwe bi rengekî mezin dixapîne.
Ev nêzîkatiya me meşeke li ser zemîneke ku zemîna Kurd fêhm neke bi xwe re tîne. Rêber Apo timî ji xwe re kir pirsek bê mirovek çawa dikare bi per û bask bibe. Ev pirsgirêk pêwendiya xwe bi ketina nava rewşeke zehmet nîne. Pêwendiya xwe bi nirxandina rast a zemîna Kurd heye. Weke ku tê zanîn hîn di salên destpêkê de hevalê Mazlûm ji bo Rêbertî gotibû ‘Bi per û bask bûye’. Rêbertî dema ku berê xwe da zemînê Kurd pênaseya wê kir ku ev zemîn normal nîne. Ji ber vê pê hesiya bû ku di rêya normal de nameşe. Mirov di rêyeke normal de nikare bi per û bask bibe. Tenê li qiraxa zinêr bi per û bask dibe. Zemîna Kurd jî qiraxa li ber zinêr e. Rastiyeke civakî ya di bin zexta qirkirinê de ye û rewşa xwe ji ya parya jî xerabtir e, nabe zemîneke normal; dibe ber zinar. Mirovên ku zanibe li ser zinar li ber ketinê ye, hingî dikare bi per û bask bibe. Ya destpêkê; ji bo ji zinêr nekeve. Ya duyemîn jî jiyana li kêleka zinar hunera bi per û baskbûnê dide mirovan. Eger em li gel ewqas salan, li gel ewqas pêvajoyê nekarîn bi per û bask bibin, ji ber wê ye ku em ne li yên li ber zinêr in, lê yên li ser rêya normal in. Em îdîa dikin ku li ser zemîna Kurd in, lê belê em bi rengekî normal dijîn. Ya rast em vê zemînê rast analîz nakin. Mirov bi zanîna zemîna Kurd, bi jiyana li gorî vê zanînê dikarin bi per û bask bibin. Ev rewş nîşan dide ku Kurd hîn jî li qiraxa zinêr e. Tengavî û psîkolojiya vê yekê heye. Bi per û baskûn jî biwatekirina vê rastiyê ye.
Divê ji bo rê û rêbazên jiyana ku em bijîn bersivên me yên zelal hebin. Hurmeta li jiyanê bi vî rengî dibe. Hurmetdarî bi vê ve girêdayî ye. Mirov bi tiştên sexte û xapînok nikare bibe cihê hurmetê. Dînamîka Kurd bûye xwedî wesfeke dînamîk a şoreşgerî. Di sedsala bihurî de li gorê hate veşartin, birin ber sêdarê. Di sedsala 21’emîn de derfetê azadbûnê bi dest xistiye.
Girtîgeha bi Eewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê.”


