Dema qeyimên li ser 3 şaredariyan hate dirêjkirin
Li şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê yên DEM Partiyê yên ku bi destê qeyiman hatin desteserkirin, biryara qeyim ji bo 2 mehan hate dirêjkirin.

Li ser daxwaza Wezareta Karên Navxwe di 4ê Mijdara 2024an de qeyim tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Êlihê û Şaredariya Xelfetiyê ya Rihayê hatibû kirin û hevşaredar ji wezîfeyê hatibûn girtin. Biryara qeyiman careke din hate dirêjkirin.
Li ser daxwaza Wezareta Karên Navxwe biryara qeyiman ji bo 2 mehên din jî hate dirêjkirin.


