Li Xaçortê jin û ciwan li dijî tiryakê nobedê digirin
Ciwan û jinên ku li taxa Xaçortê ku bikaranîna tiryakê lê zede bûye, ji bo pêşî li vê bigirin nobedê digirin. Welatiyan got: "Dixwazin me tune bikin, lê em ê rê nedin vê yekê."

Bikaranîna tiryakê li Kurdistanê ku ji ber polîtîkayên şerê taybet berbelav bûye, roj bi roj zêde dibe. Tiryak bi hêsanî li gelek kolanan û li taxan tê peydakirin û temenê bikaranîna wê daketiya heta neh saliyê. Li gorî Rapora 2025'an a Ofîsa Tiryak û Sûcan (UNODC) a Neteweyên Yekbûyî (NY), di sala 2024'an de li çaraliyê cîhanê 331 mîlyon kes tiryak bi kar anîne. Ev hejmar teqabulê ji sedî 6,2'yê nifûsa cîhanê dike.
Li bajarê Wanê ku li ser rêyên sereke yên bazirganiya tiryakê ye, bikaranîna tiryakê zêde bûye. Taxa Xaçort a navçeya Rêya Armûşê ya Wanê ku bi nasnameya xwe ya welatparêz tê nasîn, yek ji wan deveran e ku bikaranîn û firotina tiryakê lê berbelav bûye. Ji ber nebûna tedbîran, niştecih bi derfetên xwe nobedê digirin ku rê li ber tiryakê bigirin.
Jinên taxê, diyar kirin ku êdî tax ne ewle ye û banga têkoşîna li dijî tiryakê kirin.
'Taxa me di xetereyê de ye'
Hediye Kipkaç ku nişteciha taxa Xaçortê ye, diyar kir ku her roj wesayîtên nenas dikevin taxê, lê tu tedbîr ji bo çareserkirina vê yekê nayên girtin. Hediye Kipkaçê bi nîşandana fikarên xwe yên der barê şandina zarokên xwe bo dibistanê de, got: "Dema ez zarokên xwe dişînim dibistanê, ez ditirsim. Em Kurd bi salan e rastî zilmê tên. Divê em dawî li vê yekê bînin û piştgiriyê bidin hev; taxa me di xetereyê de ye. Hejmara kesên ku li vir tiryakê dikirin, difiroşin û bi kar tînin zêde bûye. Em vî tiştî naxwazin. Em nizanin çi bikin. Xaçort taxeke mezin e, cihek e ku dengê xwe li her derê dide bihîstin. Gelek kesên ji derve tên vir û bi taybetî li vê taxê tiryakê bi kar tînin. Dewlet ji bo pêşîlêgirtina vê yekê tiştekî nake. Em naxwazin zarokên me bi jehrê bikevin."
Bang li dewletê kirin
Ayten Sarigulê diyar kir ku ciwan ji ber polîtîkayên dewletê berê xwe didin tiryakê. Ayten Sarigulê destnîşan kir ku bikaranîna tiryakê di nav ciwanan de ji nedîtî ve tê dîtin û got: "Bikaranîna madeyan ne tenê li Xaçortê, li seranserê cîhanê zêde bûye. Wan bûye navenda mafya û tiryakê. Sedema yekane ya ku ciwanên li vir berê xwe didin tiryakê bêkarî ye. Yên ku vê difiroşin, li ciwanên bêkar digerin. Ew pereyekî kêm didin wan û dibêjin, 'Herin vê ji min re bifroşin,' bi vî rengî dibe sedema ku ev ciwan dest bi bikaranînê bikin û bi xwe jî bibin tiryak. Em bang li dewletê dikin; ji nedîtî ve neyên. Kesên bêsûc negirin. Hemû tax tiryakfiroşan nas dike. Dewlet jî vê dizane, lê ew bêsûcan digirin. Zarokên 15 an 16 salî li vir neçar dimînin ku tiryakê bikar bînin û dû re tên û ciwanan digirin."
Zulfînaz Kipkaçê rave kir ku kurê wê piştî derketina ji girtîgehê daxilî nava tiryakê bûye û got: "Ciwanên me ji ber bêkariyê berê xwe didin vê yekê. Em niha tenê aştiyê dixwazin. Berê ne wisa bû; ciwanên me hemû bêkar in. Kurê min neh sal di girtîgehê de ma. Piştî ku ew hat vir, wan dîsa ew xapandin û tiryak xistin berîka wî. Wan kurê min du caran bi neheqî şandin girtîgehê. Kesên ku li vir li kolanan bazirganî dikirin kurê min jî kişandin nav xwe. Ew berdewam dikin ku ciwanên herêmê bixapînin mîna ku kurê min xapandin. Ez dixwazim ciwanên me ji vê çiravê derkevin."


