Ji Gimgimê bang kirin: Em ê li her derî li dijî talankirinê bitêkoşin
Welatiyên ku beşdarî nobeta li gundê Xwarikê yê Gimgimê bûn, diyar kirin ku ew ê ne tenê li Gimgimê li tu derî rê nedin talankirinê.

Çalakiya nobedê ya li dijî projeya Santrala Elektrîkê ya Jeotermal (JES) ku li gundê Xwarik ê navçeya Gimgim a Mûşê tê plankirin, ket meha xwe ya sêyemîn. Projeya ku ji hêla IGNIS H2 Energy ya Amerîkî ve tê plankirin, ji hêla gelê herêmê ve wekî gavek ji bo valakirina herêmê tê dîtin.
Welatiyan têkildarî prijeya ku dê xetereya erdhejê ya li herêmê zêdetir bike û rê li ber talankirina ekolojiyê veke bertekên xwe anîn ziman.
Welatiyan bi bîr xist ku ew demeke dirêj e li dijî projeyê li ber xwe didin û diyar kirin ku niha zêdetirî du mehan e ew nobetê digirin. Welatiyan destnîşan kir ku ew bi sedsalan e li ser axa Gimgimê dijîn û ragihandin ku ew ê axa xwe radestî berjewendiyên sermayeyê nekin. Her wiha bi bîr xistin ku şîrketê berê tîmek şandibû gundê Alawizan ê navçeya Kanîreşê û gotin: "Cihê taybet ji bo me ne girîng e; ya girîng bixwe ax e. Em amade ne li her derê herêma Serhedê têbikoşin. Têkoşîna me dê ne tenê bi axa Gimgimê re sînordar bimîne. Heya ku em nefesê bistînin, em ê dev ji axa xwe bernedin û wê radest nekin."
Welatiyan her wiha erdheja Gimgimê ya sala 1960'î bi bîr xistin û gotin ku divê rê neyê dayîn ku êşeke wiha dubare bibe.


