Kî pêşiyê li te digire?

Serokê Meclisa Mezin a Tirkiyeyê Nûman Kûrtûlmûş ku erka mezin di destê wî de ye û piraniya wekîlên li meclisê ji partiya wî ne, di piraniya gotinên xwe de çareseriyê ji derve dixwaze. Gelo ger ku hemû erk û hêz di destê wî û partiya wî de bin, çima çareseriyê ji kesên din dixwaze?

1 deqe xwendin
Kî pêşiyê li te digire?

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê sibata 2025an de bi banga dîrokî ya Aştî û Civaka Demokratîk gavên dîrokî avêtin. Piştî vê bangê PKKê bi yekalî agirbest îlan kir. Kongreya xwe pêk anî û xwe fesix kir. Piştre biryara çekberdanê da û çek şewitandin. Piştre hêza xwe paşve kişand. Lê ji wê demê heta niha ji bo rêya çareseriyê vebibe, aliyê hikûmet û dewletê gavên şênber neavêtine. Hîn Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di tecrîdê de ye û girtiyên siyasî girtî ne. Hîn mafê perwerdeya zimanê zikmakî nehatiye dayîn. Hîn statuya Gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nehatiye dayîn. Di vê pêvajoyê de DEM Partî jî, ji bo pêvajo bi pêş bikeve, li aliyekî konferansan pêk tîne, li aliyekî civînên gel pêk tîne û li aliyê din jî bi partiyên siyasî û rêxistinên civakî re hevdîtinan dike û fikr û pêşniyarên wan werdigire. Lê aliyê hikûmet û dewletê gavên şênber neavêtine. Nûnerên hikûmet û dewletê gotinên notr û erênî dibêjin, lê di pratîkê de gavên şênber tune ne. 

Dema em li çend gotinên dawî yên Serokê Meclisa Tirkiyeyê Nûman Kûrtûlmûş dinihêrin, em dibînin ku her tim çareseriyê ji derve dixwaze û xwe wekî muxatab nabîne. Lê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî navnîşana çareseriyê meclis nîşan dabû û xwestibû ku ji bo çareseriyê meclis rol û berpirsiyariyê bide ser xwe. 

Dema em li çend gotinên dawî yên Nûman Kûrtûlmûş binihêrin em dikarin helwest û niyeta meclisê û AKPê ya li hemberî çareseriyê bi zelalî bibînin. 

Di 16ê hezîranê de, Nûman Kûrtûlmûş di hevdîtina xwe û şandeya DEM Partiyê de destnîşan kir ku ew jî wekî şandeya DEM Partiyê difikire. Piştî wê meclisê daxuyanî da û got: “Di civînê de hate destnîşankirin ku heta niha di çarçoveya pêvajoyê de pêşketin û destkeftiyên girîng hatine bidestxistin. Encamên berbiçav hatine bidestxistin. Hat diyarkirin ku di qonaxa pêş de, girîng e ku di parlementoyê de xebatên pêwîst werin kirin û rêzikname werin bicihanîn da ku pêvajoya ‘’Tirkiyeya Bêteror’’ bi serkeftî were temamkirin.” 

Di 11ê heziranê de, serokê meclisê Nûman Kûrtûlûş bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got: “Ez temenî dikim ku ji bo ev kar çareser bibe, beriya ku meclis têkeve betlanê, bi dawî bibe.” 

Di 9ê hezîranê de, Nûman Kûrtûlmûş derbarê pêvajoyê axivî. Kûrtûlmûş got: “Beriya ku ev pêvajo bi lez bibe û bi dawî bibe, divê li meclisê zagon bêne derxistin.” 

Di 8ê hezîranê de, destnîşan kir ku êdî Destûra Bingehîn a Nû mecbûrî ye û got: “Çêkirina Destûra Bingehîn a Nû teqez û teqez erk û sparteka yekemîn a Tirkiyeyê ye.” 

Di 27ê gulanê de, anî ziman ku xebatên Destûra Bingehîn a Nû têne kirin û got: "Ji bo nirxên gelê me, derfetên demokrasiyê û qadên azadiyê û mafên mirovan li ser bingehên xurt bêne rûniştandin, divê vîna hervar a siyasî vê mijara çareseriyê bike rojeva xwe.” 

Di 8ê gulanê de; wezîrê dadê Akin Gurlek, di qanaleke TVyê de destnîşan kir ku ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bibe zagon, ew amade ne ku alîkariyê bidin meclisê û got: "Divê êdî pêvajo bibe zagon.” 

Di 23ê nîsanê de, li Enqereyê di salvegera damezirandina meclisê de dîsa Nûman Kûrtûlmûş axivî û got: "Ez hêvî dikim ku gavên pêvajo ji me dixwaze, bi awayekî bi rêk û pêk bêne avêtin.” 

Em dibînin ku di 2 mehên dawî de serokê meclisê herî kêm 6 caran derbarê pêvajoyê û çêkirina zagonan daxuyanî dane û erênî axiviye. Lê di hemû daxuyaniyan de li derveyî meclis û partiya xwe li çareseriyê geriyaye. Eger li meclisê partiya ku wekîlê wê zêde AKP be, eger Nûman Kûrtûlmûş serokê wê meclisê be û li ruxmê vê yekê li derveyî xwe li çareseriyê bigere, ev nîşan dide ku ti daxwaz û hewldana wan a ji bo çareseriyê tune ye.