‘Rejîm dixwaze PJAKê ji nav bajaran derbixe’
Rojnameger A.Î der barê armanca êrişên PJAKê de wiha got: “Li aliyê din tê zanîn ku hemû hîzbên kurdî li Başûr bi cih bûne. Niha di nav bajaran de tenê PJAK heye. Rejîm dixwaze PJAKê jî ji nav bajaran derbixe. Ji bo ev yek çênebe ji bilî şer li pêşiya PJAKê ti rê nîn e.”

Piştî hevdîtinên di navbera Îran û Îsraîl/Amerîkayê de êrişên rejîma Îranê yên li ser partiyên kurdan zêdetir bûn. Di encama van êrişan de 4 endamên PJAKê û 5 endamên PDKÎyê jiyana xwe ji dest dan.
Em der barê êrişên heyî û nêzikatiya gel de bi rojnameger A. Î re axivîn.
Rojnameger A.Î yê ku li rojhilatê Kurdistanê kar dike der barê rewşa heyî de wiha axivî: “Di dema serhildana ku di kanûnê de pêk hat rejîma Îranê bi awayeke pir hov êrişê gel kir û gelek welatî şehîd ketin. Di wê pêvajoyê de PJAKê daxuyanî da û got: “Em li dijî kuştina gelê xwe nikarin bêdeng bimînin.” Jixwe tê zanîn di nav wê rewşê de şerê di navbera DYA/Îsraîl û Îranê de destpêkir. Niha di hesab de li hevhatineke di navbera van dewletan de heye. Piştî ev li hevhatin pêk hat êrişên rejîma Îranê yên li ser hêzên kurdan zêdetir bû. Rejîmê bi dronan êrişê PJAKê kir. Çend roj berê dîsa yek ji van êrişên xwe pêk anî. Di êrişê de ziyan negihişt ti endamên PJAKê lê malbatên li wê qadê xwedî zevî bûn rastê ziyaneke mezin a madî hatin.”
Rojnameger A.Î der barê bersiva PJAKê ev tişt anî ziman: “PJAKê li dijî vê êrişê mafê xwe yê herî rewa bikar anî û di 27ê mehê de li Baneyê çalakiyeke pêk anî û çend endamên pasdaran kuşt. 2 roj berê dîsa rejîma Îranê li gundê Gagaşê yê bajarê Mahabadê êrişê PJAKê kir û mixabin 4 endamên PJAKê şehîd kirin. Li dijî van êrişên pasdaran, PJAK ji bilî Mahabadê li Serdeşt, Pîranşar, Ciwanro û Paweyê bersiv da. Ciwanên şoreşger jî di vê pêvajoyê de çalakiyan dikinû heta niha 3 pasdaran kuştine.”
Rojnameger A.Î di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt got: “Ez bawerim dê ev pevçûna heyî dê li bajarên din jî belav bibe. Ji ber ku rejîmê li ser sînor hêzên xwe zêdetir kiriye. PJAKê di destpêka meha borî de çend cehşên li rojhilatê Kurdistanê kuşt. Ev rewş di nav gel de bi dilxweşî tê pêşwazîkirin. Ji ber ku gel ji PJAKê pir bawer dike. Lê tevî vê dilxweşiyê jî gel ditirse ji ber ku hovîtiya rejîmê dizanin. Li aliyê din tê zanîn ku hemû hîzbên kurdî li Başûr bi cih bûne. Niha di nav bajaran de tenê PJAK heye. Rejîm dixwaze PJAKê jî ji nav bajaran derbixe. Ji bo ev yek çênebe ji bilî şer li pêşiya PJAKê ti rê nîn e.”


