Di erdhejên Venezûelayê de 2 hezar û 645 kes mirin

Hejmara kesên di erdhejên 24ê Hezîranê li Venezûelayê çêbûne de jiyana xwe ji dest dane gihişt 2 hezar û 645 kesan.

1 deqe xwendin
Di erdhejên Venezûelayê de 2 hezar û 645 kes mirin

Wezareta Enformasyonê ya Venezûelayê li ser bîlançoya dawî ya erdhejên roja 24ê Hezîranê li Venezûelayê rû dane daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di erdhejên bi pileya 7.2 û 7.5an de, 2 hezar û 645 kes jiyana xwe ji dest dane.

Di heman daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 12 hezar û 666 kes birîndar bûne û nêzî 15 hezar kes jî bê xanî mane.

Li ser erdhejê 10 roj derbas bûn û hêj jî xebatên peydakirin û rizgarkirina welatiyên di bin kavilan de mane berdewam dikin.

Hêjayî gotinê ye ku di erdheja 1967an çêbûye de li Venezuellayê zêdetirî 200 kesan jiyana xwe ji dest dabû.