Serkeftina bi parvekirina şîn û şahiya gelan pêkan e
Bi dehezaran keç û xortên dayîkên kurd û tirk jiyana xwe ji dest dane û gelek ji wan ciwanan goreke wan jî tune ye. Ji ber van êşan, kombûneke şikestin, hêrs û tolhildanê di dilê dayîkan, gel û civakê de çêbûye.

Ji roja ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dest pê kiriye heta îro, piraniya nîqaş, nirxandin û şîroveyên rayedar û peywirdarên dewletê li ser çekdanîn û ewlehiyê tên kirin. Gelê kurd û pêşengên siyaseta kurdî her tim dibêjin aştî, azadî, demokrasî û ya herî girîng jî dibêjin mifteya serkeftina vê pêvajoyê, ne çekdanîn û ewlehî, xwişk û biratiyeke rastîn, jihevhezkirin, xêrxwazî û aştîxwaziya ji bo hev a gelê kurd û tirk e.
Ji aliyekî ve çavdêriya tiştên ku ji hêla xurtkirin û serkeftina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ve kêm mane û hatine paşguhkirin dikin, ji aliyek ve jî, ji bo hest û helwesta hevpar a ji bo gelê kurd, tirk û gelên din ên li Tirkiyeyê dijîn di nav hewldanê de ne.
Belê, hewldan û banga Dewlet Bahçelî, gotin û gavên wî yên destpêka pêvajoyê, bersiv û banga birêz Ocalan a 27ê sibata 2025an û helwesta xwedîderketina li pêvajoyê ya serokkomar Erdogan, Kongreya PKKê ya fesihkirinê, avabûna komîsyona di binê banê meclisê de, merasima şewitandina çakan a li Silêmaniyê ya ji aliyê PKKê ve bi tevayî vekişandina hezên çekdar a derveyî sînorê Tirkiyeyê, peymana entegrasyonê ya di navbera HSD û hikûmeta demkî ya Şamê de... ev hemû ji bo geşbûn û berdewamiya pêvajoya heyî pêşketinên girîng bûn. Di heman demê de aliyê erênî yê helwest û nêzîkatiya aliyên pêwendîdar ên vê pêvajoyê bûn.
Ji bo ku ev pêvajoya Aştî û Civaka Demokrarîk bi pêş bikeve, têgiha ku weke mifteya derî vebike û pêvajoyê bi pêş bixe ne çek, xurtkitina hestên xwişk û biratiyê ye.
Ji ber ku peyva "çek" huqûqa xwişk û biratiyê di binê siya tundiyê de dihêle. Ji ber vê, pêdivî pê hebû ku destpêkê bikaranîna çekan bihata rawestandin û bi awayekî hemdem hiqûqa xwişk û biratiyê bihata avakirin. Di vê mijarê de ji aliyê dewletê ve gav û helwesteke ku hêvî û baweriya civakê derbarê pêjoyê nîşan bide û xurtir bike nehat avêtin û nîşandan.
Em tenê qala guhertina zagonan nakin. Jixwe di warê zagonan de pêşketineke erênî ji aliyê dewletê ve çênbûye. Lê berî sererastkirin û vesazkirina zagonan, di nav civakê de avakirina hestên hevpar ên ji bo xurtkirina pêvajoyê girîng in, ev jî nehatine kirin. Ji ber ku zagon, berî ji aliyê meclisê ve bên derxistin, pêwist e di dilê gel de were çêkirin û hişmendiya erênî di nav gel û civakê de were avakirin.
Zagon bi nêrîn, raman û daxwaza civakê, ji aliyê gel û civakê ve tê çêkirin, meclis jî bi biryara xwe fermîbûna zagonan pêk tîne û dixe meriyetê. Ji ber vê jî, pêwist e zagonên xwişk û biratî û pêkvejiyana gelan di serî de, di dil, kesayetî û heşmendiya gel û civakê de cihê xwe bibînin û bên çêkirin.
Mînak; niha sibê meclis zagonekê derbixe û bêje kurd tirk xwişk û birayên hev in û mecbûr in ji hev hez bikin dê pirsgirêk çareser bibe? Heman roja ku zagona xwişk û biratiya gelê kurd û tirk ji meclisê derbikeve wê hezkirina ji hev a gelê kurd û tirk dest pê bike?
Belê gelê kurd û tirk xwişk û bira ne. Pewist e weke xwişk û birayan ji hev hez bikin, lê di sed salên dawî de ji ber şaşî û cudakariyên ku ji aliyê dewletê ve hatine kirin, gelê kurd bi caran nerazîbûn nîşan dane, ev nerazîbûn veguherîne serhildanan, şer derketiye, xwîn rijiyaye û mesele veguheriye meseleya xwînê.
Bi dehezaran keç û xortên dayîkên kurd û tirk jiyana xwe ji dest dane û gelek ji wan ciwanan goreke wan jî tune ye. Ji ber van êşan, kombûneke şikestin, hêrs û tolhildanê di dilê dayîkan, gel û civakê de çêbûye.
Ji bo ku ev birîn bikaribin bên pêçan, divê gelê kurd û tirk di serî de bikaribin êş û şînên xwe hevpar bikin, xemgînî û kêfxweşiyên xwe bi hev re bijîn, rondikên çavên xwe bi hev re birêjin û paqij bikin. Piştî hevqebûlkirin û hembêzkirina aliyan çêkirin û derxistina zagonan jî, zelalkirina hiqûqa navbera gelê kurd û tirk jî, avakirina hemû pêwistiyên pêkvejiyanê jî, wê hêsantir bibin; jiyaneke wekhev, azad û birûmet a navbera gelan jî, wê bi daxwaz û qebûla aliyan pêkan bibe.


