Nobeda JESê gundê Qasiman dewr wergirt

Nobeda ku li dijî projeya JESê ya ku dihat pilankirin li gundê Xwarik ê Gimgimê bê çêkirin, ji aliyê gundê Qasiman ve hat dewrgirtin.

1 deqe xwendin
Nobeda JESê gundê Qasiman dewr wergirt

Nobeda ku Meclisa Ciwanan a Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê li dijî Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) a ku ji aliyê şîrketa IGNIS H2 A.Ş. a amerikî ve tê plankirin ku li gundê Xwarik ê navçeya Gimgim a Mûşê bê çêkirin, berdewam dike. Nobeda ku di roja 53yemîn de berdewam dike, li ser konan pankartên “Ev erde mîrasa kal û bavan ê emanetê nifşên pêşerojê ye. Em JES naxwazin”, “No hard mîrasa kal û bavikan o. Bavoke demê ameyoxî. JES newazenime” hat  daliqandin. 

Nobed ji aliyê gundê Qasiman ve hat dewrgirtin. Ji bo piştevaniyê serdana şêniyên gundên derdorê û rêxistinên civakî ya nobedê berdewam dike.