Nikaribûn behrê zuha bikin niha şolî dikin

Mamosteyê felsefeyê û siyasetmedar Abdullah Demîrbaş anî ziman ku pergalê berê li dijî kurdan polîtîkaya ‘zuhakirina behrê’ dabû ber xwe, lê niha polîtîkayên ‘şolîkirina behrê’ bi pêş dixe; li şûna cerdevaniya çekdarî, cerdevaniya siyasî saz dike.

1 deqe xwendin
Nikaribûn behrê zuha bikin niha şolî dikin

Dewleta tirk piştî avakirina komarê li dijî gelê kurd polîtîkayên înkar û îmhayê bi pêş xist. Bi rêbazên înkar û îmhaya çand, ziman û nasnameya kurd û Kurdistanê xwest hebûna tirktiyê serwer bike. Her ku polîtîkayên dewletê encam negirt, rêbazên polîtîkayên xwe guhertin. Lê her tim bi hişmendiya înkar îmha, bişaftin û teslîmiyetê tev geriyan. Hin caran bi komkujiyên fîzîkî û hin caran jî bi polîtîkayên bişaftinê tev geriyan. Carnan koçber kirin, carna komkujî pêk anîn. Her tim xwestin teslîm bigirin û tune bikin. Lê gelê kurd li dijî înkar û îmhayê têkoşiya. Hin caran bi şerê çekdarî û hin caran jî bi rêbazên demokratîk têkoşiyaye. Gelê kurd gotiye ‘em teslîm nabin û li dijî polîtîkaya qirkirinê li ber xwe didin’. Di salên 90î de dewletê bi valakirina gundan xwest behrê zuha bikin û têkoşîna gel xelas bike. Lê gelê kurd bi têkoşîna xwe ev polîtîka pûç kir. 

Felsefevan û siyasetmedar Abdullah Demîrbaş derbarê polîtîkayên dewletê yên li dijî civakê nirxandinên girîng kirin. Abdullah Demîrbaş ewil li ser polîtîkaya şolîkirina behrê rawestiya û got: Bi xerakirin û şewitandina gundan, bi kuştin û koçkirina metrepolan bi ser neketin. Xwestin behrê zuha bikin lê encam negirtin. Bi wan polîtîkayan ew qediyan, lê kurd neqediyan. Vê carê rêbazên polîtîkayên xwe guhertin. Pergalê xwest aboriyê têk bibe. Çandinî û sewalkarî têk birin. Muhtacî kîlokî goşt kirin. Xwestin bi kîloyek goşt me terbiye û tune bikin.” 

Berê cerdevanên çekdar niha cerdevanên siyasî 

Abdullah Demîrbaş anî ziman ku dewletê ji bo kurdan bi kurdan bide kuştin berê pergala cerdevaniya çekdarî bi pêş xist û niha cerdevaniya siyasî bi pêş dixe û wiha pêde çû: “Di 2014an de projeya çokdanînê dan pêşiya xwe. Bi dehhezaran siyasetmedar girtin. Gelek saziyên çapemeniyê, aborî, ziman, perwerdeyê girtin. Medreseyên kurdî girtin, terîqetên ‘tirk îslamî’ ava kirin. Saziyên aboriyê xelas kirin, saziyên rantê afirandin. Li hemberî saziyeke me, saziyeke cerdevanya siyasî ava kirin. Suryan, keldan, xiristiyan tev asîmîle kirin û bi xwe ve girêdan.” 

Fihûş, tiryak, qumar... 

Abdullah Demîrbaş da zanîn ku bi cerdevaniya siyasî; zarava, bawerî û gel li hemberî hev dide şerkirin û wiha lê zêde kir: “Gel koç kirin û xizan kirin. Hemû mirovan li metrepolan kom dikin. Xizaniyê zêde dikin. Narkotîk, tiryak, fihûş û qumarê berbelav dikin. Dîsa ciwanan bêhêvî dihêlin û wan dişînin Ewropayê. Li Îdir, Agirî, Wanê mirovan koçber dikin. Bazirganiya mirovan dikin. Mînak li Dêrsimê 7 hezar koçber bûne. Li şûna wan 20 hezar mirovên ji derve anîne. Dîsa nêzî 200 hezar mirov ji Mûş, Erzirom, Îdir û Agiriyê li Amerîkayê bi cih bûne. Demografiya Kurdistanê diguherînin. Kesên koçî Ewropayê dikin, li kampan dijîn. Hinek bêkar in, hinek ji wan xwe dikujin.”

‘Mêjiyê çeteyan dewlet e’ 

Abdullah Demîrbaş destnîşan kir ku dixwazin kurdan bê sinc û bê wijdan bihêlin û wiha got: “Mêjiyê çeteyan dewleta tirk e. Lê kurdan dikin amûrê xerabiyan.” 

Abdullah Demîrbaş da zanîn ku dewleta tirk dixwaze kurd her tim bi kiryarên xerab bên nasîn û wiha dirêj kir: “Beriya kurdan koçber bikin, kurd bi wijdan û sincê xwe dihatin nasîn. Niha dixwazin li metrepolan û Ewropayê kurdan bi tiryak, fihûş û tiştên xerab bidin naskirin. Dixwazin kurdan wekî mafya û çeteyan bidin naskirin. Dixwazin navê kurd û kurdayetiyê xera bikin. Dibêjin bila kurd tev li siyasetê nebin, lê bila tev li tiryak û fihûşê bibin. Armanca wan mêjî, ruh û wijdanê kurdan tune bikin. Ji ber vê yekê cerdevaniya siyasî bi pêş dixin. Li ser navê kurd û Kurdistanê tev digerin, lê di bingehê de aqil û ruhê dewletê heye. Dixwazin bêahlaqiyê bi pêş bixin. Wan berê nexweş dixin û li gorî xwe tedawî dikin. Dewlet pêşiya çeteyan vedike, wan xurt dike. Zarok û ciwanên malbatên welatparêz tev li van çeteyan dikin û wan bi hev didin şerkirin.” 

Herî dawî Abdullah Demîrbaş li ser çareseriyê û rista komun û kooperatîfan jî rawestiya û wiha bi dawî kir: “Dewlet karê xwe dike. Naxwaze civak xurt bibe. Divê em xwe rexne bikin. Divê em di siyasetê de valahiyê nehêlin. Hemû partî, sazî, rêxistin, karker, karsaz û dezgehên me, hemû kom bibin û bi hev re stratejiyeke hevpar ava bikin. Ev pirsgirêkeke neteweyî ye. Ciwan biçin dê hemû partî û sazî bingeha xwe wenda bikin. Dîsa divê karsaz li derve û hundirê welat ji bo aboriya civakê xebatê bikin. Hunermend, nivîskar û rewşenbîr komxebat, konferans û akademiyan ava bikin. Divê ji bo ciwanan akademiya teknolojiyê ava bikin; akademiya aborî, pîşeyî, sincî saz bikin; akademiya ziman, spor, siyaset, ava bikin. Dîsa divê rûsipî û oldar tev kom bibin û ji bo civakek bisinc û biwijdan. Her wiha civaknas û derûnînas kom bibin û li dijî tiryak, hifûş û tiştên xerab xebatê bikin. Komunên berê yên li gundan ji nû ve zindî bikin. Hemû siyasetmedar bibin welatparêzên kolanan û bi ruhê kurdistanî her kesî birêxistin bikin.”