Nifşa Nû dê bi YNKê re hevpeymaniyekê îmze bike
Serokê Nifşa Nû Şasuwar Ebdulwehîd destnîşan kir ku dê bi YNKê re hevpeymaniyekê îmze bike û got: “Ev dê hevsengiya hêzê ya li Herêma Kurdistanê biguherîne.”

Li Silêmanî Serokê Nifşa Nû Şasuwar Ebdulwehîd daxuyanî da çapemeniyê û bal kişand ser hevpeymaniya di navbera YNKê û Nifşa Nû de. Şasuwar Ebdulwehîd eşkere kir ku wê Pênceşmê di 2yê Tîrmehê de bi Yekitiya Niştîmanî Kurdistanê (YNK) re hevpeymaniyekê îmze bike û vê jî weke werçerxanekê ya li Herêma Kurdistanê pênase kir. Şasuwar anî ziman ku ev hevpeyman dê hevsengiyê biguherine û got: “Ev hevpeymanî wê hevsengiya hêzê ya li Herêma Kurdistanê bide guherîn. Hemû endamên me ji bo hevpeymaniyê amadekarî dikin û hemû jî bi vê hevpeymaniyê razîne.”


