Mitînga Amedê bi dawî bû: Berxwedan aştiyê, teslîmiyet koletiyê tîne
Mitînga Azadiyê ya Amedê ya ku bi deh hezaran kes beşdar bûn, stranan û bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi dawî bû. Di mîtîngê de peyama 'Berxwedan aştiyê û teslîmîyet koletiyê tîne" derket pêş.

TJA, DEM Partî û DBPê bi dirûşmeya “Bi Rêbertiya Azad Ber bi Civaka Demokratîk ve” li Qada Îstasyonê ya Amedê Mitînga Azadiyê li dar xist. Bi deh hezaran kesên beşdarî mitînga bûn, di mîtîngê de azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwestin. Ciwanan li qadê posterên Abdullah Ocalan ên mezin vekirin û li ber stranan govenda gerandin.
Ciwan û jin, bi cilên gelêrî yên li xwe kirin dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin, berî ku bikevin qadê, demek dirêj li ber derî sekinîn, di nav çepik, tilîliyan û dirûşmeyan de. Ciwan bi pankarta “Em ji bo azadiya Rêber bi rihê hevalê bindest li vir in” ketin qadê û gelek caran dirûşmeyên “Bê Serok Apo jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” berz kirin û li ber stranan govend gerandin.
Mîtîng bi axaftina komîteya amadekar dest pê kir, piştre Hevseroka DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar û ji Sekreteriya Îmraliyê Veysi Aktaş axivîn.
Ewil peyama ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo sersaxiyê ji malbata Kadîr Înanir re şand hate xwendin. Piştî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî û diyar kir ku di tekoşîna gelê Kurd ê ku bi hezar sal in ked, têkoşîn û berdêlên giran ava bûye û wiha axivî “Gelê Kurd bi dehan salan e ku vî welatî neçarî demokrasiyê dike. Ji bo ku bibe avakarê aştiyê li vî welatî qadan amade dike. Bi salan e li vî welatî ji bo azadiya gelan, kedkaran û jinan hewl dide. Em dixwazin ku ev têkoşîna ku bi salan e berdewam dike, bi gelên Tirkiyeyê re bigihîje hev. Em dixwazin ku gotina Dayikên Aştiyê yên ku rûyê zarokên xwe nabînin li erdê nemîne. Mîna Dayika Aştiyê Behiye Sevîm. Em wê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Em soz didin Bayram Balci yê ku têkoşîna birûmet a gelê Kurd bi salan tevî û zextan kevneşopiya çapemeniya azad meşand, di sirgûnê de jiyana xwe ji dest da û ji welatê xwe dûr ket. Em ê aştiyê bînin vî welatî. Em ê bi hev re aştiyê ava bikin.”
Çîgdem Kiliçgun Uçar bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27ê Sibatê de kiribû û got: “Di banga 27ê Sibatê de tenê Kurd nîn in, gelên Tirkiyeyê hene. Di banga 27ê Sibatê de jiyana hevpar a vî welatî heye, paşeroja hevpar a vî welatî û hebûna her kesî ya bi nasnameya xwe heye. Di banga 27ê Sibatê de, li şûna înkara ku dihat xwestin bi Kurd-dijminatiyê were avakirin lê bi ser neket, banga avakirina yekîtiya demokratîk a bi hev re heye. Di banga 27ê Sibatê de, banga veguherîna dewletê ya bi esasgirtina demokrasiyê heye. Ev bang, banga Tirkiyeya mezin e. Ev bang di heman demê de banga têkoşînê ye. Ev bang; banga avakirina paşeroja hevpar a bi hev re ye, avakirina pergaleke ku zarok tê de neyên kuştin, lê bi azadiya xwe bijîne. Ev banga avakirina têkoşîna hevpar a li dijî hemû neheqiyan e. Ev bang ji bo azadiya ewladên gelê Kurd ên ku ji ber di hiqûqa vî welatî de tune ye zêdetirî 30 salan e di girtîgehê de tên girtin, ji bo hemû siyasetmedarên me yên dîlgirtî, ji bo ku paşeroj bi ciwan û jinan re bihêztir bibe, bangek e. Çima ev bang deng nade? Çima ev bang bi gelan re nagihîje hev? Desthilatdarî çima destûrê nade vê yekê? Hewcedarî bi hevparbûnê heye, ne ku rûmet û serbilindiya Kurd û Tirkan a ku bi hezarên salan bi hev re jiyane, bînin pêşberî hev. Ev vîna avakirina paşeroja hevpar e.”
Çigdem Kiliçgun Uçar, derbarê rêziknameyên qanûnî yên ku tên hêvîkirin werin kirin de axivî û axaftina xwe wiha domand: “Çarçoveyeke qanûnî heye. Nîqaş berdewam dikin, lê gava em televîzyonan vedikin, Serokkomar û Serokê Meclîsê dibêjin, ‘Bila çarçoveya qanûnî di demek zû de were meclîsê.’ Em ji Amedê dipirsin kî/kê wê bîne meclîsê? Mixatabê aştiyê, yê ku li ser wê masê rûniştiye kî ye? Divê navê Birêz Ocalan ê li ser maseya muzakereyê were diyarkirin. Divê dewlet biryarê bide ka hiqûqa Birêz Ocalan ê ku di çavê gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn de sêwiranerê sereke û pêşengê sereke ye, çi ye. Divê navê vê hiqûqê azadî be. Astengiya li pêşiya vê çi ye? Di çavê dewlet û desthilatdariyê de, danîna çekan çareseriya pirsgirêka Kurd e. Ne wisa ye. Birêz Ocalan dibêje, ‘Piştî ku çek hatin danîn, divê êdî zemineke hiqûqî derkeve holê ku tu kes careke din serî li çekan nede.’ Kurd ji ber ku di qanûnên vî welatî de cih nagirin tên girtin, di siyaseta demokratîk de tên cezakirin, 30 salan di girtîgehê de dimînin, qeyûm dişînin şaredariyan û mafê wan ê herî jiyanî, mafê ziman tê cezakirin. Em ne avakarên cezakirinê ne, em serdemekê ava dikin ku di sedsala nû ya Tirkiyeyê de gelê Tirk û Kurd bibin misogeriya hevdu. Ev fersendeke dîrokî ye ku hatiye ber lingê dewletê. Bêyî ku dereng bixin divê rêziknameya qanûnî bê derxistin.”
‘Rêber Apo aktorê aştiyê ye’
Veysî Aktaş anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd rûmeta wan e û wiha axivî: “Siberoja me ye. Ew dengê ku digot Kurd tune ye ka vê qadê mêze bikin. Rêber Apo hêviya me ye. Mimarê aştî, wekhevî azadiyê ye. Xurtbûna gelan çareseriya siyasî ye. Rêber Apo aktorê aştiyê ye. Girîngiya Rêzdar Ocalan ev e. Rêzdar Ocalan gel e berxwedan e. Hêj jî tecrîd tê domandin. Ev tecrîd li ser gelan tê meşandin. Lewre Serokatî wek mûzakerevan hatiye diyarkirin û divê azad bibe. Rêbertiyeke azad dê Tirkiyeyê, Rojhilata Navîn azad bike. ji ber vê yekê tecrît berdewam dike û naxwazin azad bibe.
Amed îro rabûye li ser piya û dibêjin bi Rêbertiya Azad ber bi civaka demokratîk ve û yan azadî yan azadî. Rêbertiyeke azad xelaskirina gelan e. Tecrît girtina rêya siyasî ye, aştî nasnameye, rêzdariya li hemberî îradeya gel e. Ev bang banga bi mîlyonan e. Gelê Amedê ez ve dipirsim gelo hun tecritê qebûl dikin? Na em qebûl nakin. Çareserî mûzekeriye û azadiye. Daxwaziya me ew e ku şer tû mercên xebatên azade. Em aştiyê dixwazin lê aştiyeke bi rûmet. Hinek dixwazin zagonan neguherînin. Bi vî awayî zagon neyê guhertin ev çokdanîn e. Em vê yekê qebûl nakin. Poşmanbûn aştî nayne koletiyê tîne. Divê herkes baş bizanibe baweriya vî gelî aştiyê heye. Divê bizanibin ku gel çok danayîne. Siberoja ku em dixwazin jiyana azad û wekhevî ye. Bila herkes bizanibe ku em ê destûr nedin aştî veguhere teslîmiyetê. Ez ê gotinên xwe bi gotina Rêber Apo bi dawî bikim; Ey jiyan an ez ê te azad bijîm an jî qet nejîm.”
Piştî axaftina Veysî Aktaş hunermend Kadîr Çat derket ser dikê. Kadît Çat ê ku bi stranên xwe gel coşand wiha got: “Heta ku Rêber Apo azad nebe ziman çand Kurdistan ne azad e. Her bijî Rêber Apo.”
Pişt re rapbêj Serhado bi tilîlî û çepikan derket ser dikê wiha got: “Piştî 11 salan dîsa vegeriyam welatê xwe. Ev çi hîseke xweş e. Serhedo piştre bi stranên xwe girse coşand.
Gel li ber stranên Kadîr Çat û Serhedo govend gerand û dirûşm berz kir. Piştî axaftinan, vîdyoyek li ser têkoşîna Kurdan a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate nîşandan.
Mîtîng bi stranên ku ji hêla hunermend Pinar Aydinlar, Kadir Çat û Serhado ve gotin û dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.


