Malpera Nûmedya24 û hesabê wê yê Xê hat astengkirin
Malpera înternetê ya Nûmedya24ê û hesabê wê yê X'ê li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê ji aliyê BTKê ve hat astengkirin.

Malpera înternetê ya Nûmedya24ê û hesabê wê X'ê ji aliyê Saziya Ragihandin û Teknolojiyên Agahdariyê (BTK) ve li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê hatin astengkirin.
Malpera Ajansa Welat û Rojnameya Azadiya Welat jî ji aliyê BTKê ve bi dîroka 1ê Tîrmehê hatibûn astengkirin. Her wiha hesabê X'ê yê Ajansa Welat jî hatibû astengkirin.


