Li qada Mitînga Azadiyê wêneyên Abdullah Ocalan vekirin
Platforma Saziyên Demokratîk li Stenbolê Mitînga Azadiyê li dar xist. Mîtîngê bi coşeke mezin dest pê kir. Girseya herikî qada mîtîngê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin.

Platfroma Saziyên Demokratîk a Stenbolê li Qada Bagcilarê ya Stenbolê Mitînga Azadiyê li dar xist. Mitînga ku bi dirûşmeya “Bi Rêbertiya Azad Ber Bi Azadiyê ve” tê lidarxistin bi coşeke mezi dest pê kir. Bi danê sibehê ve ji gelek bajarên derdorê welatiyan berê xwe dan li Stenbolê. Bi deh hezaran kes bi cil û bergên xwe yên kurdî tevlî mitinge bûn.
Welatiyên beşdarî mitîngê bûn wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakirin û dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin. Mitîng bi coş berdewam dike.
Mîtîng bi axaftinan didome. Herikîna qada mîtîngê jî bi girseyî didome.


