KURDÎWARê kongreya xwe ya yekemîn pêk anî
KURDÎWARê kongreya xwe ya yekemîn a asayî li dar xist. Di kongreyê de Nazîme Bor ile Mehmet Çelebî wekî hevserokên nû hatin hilbijartin.

Kongreya Ziman û Wêjeya Kurdî ya Serhedê (KURDÎWAR) li Eywana Tahîr Elçî ya Baroya Wanê kongreya xwe ya yekemîn pêk anî. Di kongreyê de pankarta ‘Bi ronahiya wêjeyê ber bi civaka demokratîk’, ‘Wêje honandina hêlîna ziman e’ û ‘Wêje û ziman hebûna civaka demokratîk e’ hatin daliqandin û gelek nivîskar, wêjekar û saziyên sivîl tev li kongreyê bûn.
Ewilî endamê komîteya kongreyê Lokman Babat di axaftina xwe de bal kişand ser asta ku wêjeya Kurdî îro gihiştiye û astengiyên li pêşberî naskirina wê ya li qada navneteweyî.
Lokman Babat diyar kir ku ji ber nebûna sazî û dezgehên neteweyî û ji ber bêstatubûnê, berhemên kurdî negihiştine cîhanê û wiha got: “Ez bawer dikim ku îro wêjeya Kurdî gihîştiye asteke pir girîng û pir baş. Lêbelê ji ber sazî û dezgehên me bi pêş neketin û em wek milet bêdewlet bûn, kêmasiyên me yên mezin çêbûn. Ji ber vê çendê, di cîhanê de wêje, nivîskar, helbest, çîrok û dîroka me nehatiye naskirin. Îro dema tu ji Îngilîzekî, Amerîkayiyekî yan jî Erebekî bipirsî ku ‘Hûn Kurdan çawa nas dikin?’, dê bibêjin Kurd gelekî wêrek û şervan in. Lê dema tu bibêjî ka navê nivîskarekî Kurd bêje, heke têkiliyeke wan hebe, dibe ku tenê behsa Ehmedê Xanî yan Melayê Cizîrî bikin. Ji nivîskarên hemdem jî belkî hinek kes navê Mehmed Uzun bizanibin, lê bi giştî wêjeya me zêde nayê naskirin.”
‘Armanca me di bin banê KURDÎWARê de xebatên mayînde ne’
Piştre hevserokê demkî yê KURDÎWARê Qahir Bateyî axivî û bal kişand ser xebatên komeleyê û astengiyên ku di pêvajoyê de derketine pêş.
Qahir Bateyî diyar kir ku kêmasiyên heyama borî ne ji ber keyfiyetê lê ji ber sedemên aborî û hincetên cuda yên kar bûn û ev yek vegot: “Hincet û sedemên karên me yên cudatir, pirsgirêkên aborî û gelek sedemên din hebûn ku hinek karên me paşve man; ne ku ji ber kêfê ev tişt pêk hatiye. Lê dîsa jî heke me hinekî din zor bida xwe, belkî me dikaribû xebatên komeleyê hîn bêhtir bi pêş bixistana. Lê belê, em di wê baweriyê de ne ku ji niha û pê ve, heke em hemû bi hev re dest bidin destê hev, em ê vê komeleyê geş bikin. Armanca me ya mezin ew e ku em xebatên edebiyata Kurdî li herêma Serhedê geştir bikin û di bin banê vê komeleyê de xebatên mayînde pêk bînin.”
‘Berhemên takekesî negihiştine gel’
Endamê KURDÎWARê Orhan Sakçî jî li ser navê aktivîstên çandê axivî û bal kişand ser pirsgirêkên kronîk ên weşangerî û belavkirina berhemên Kurdî.
Orhan Sakçî anî ziman ku heta îro xebatên pir giranbiha hatine kirin û ev tişt anî ziman: “Nivîskarên me bi hewldanên xwe yên kesane pirtûk û berhemên pir bi qedir û qîmet derxistine holê. Lê belê, mixabin ev berhem di asta ku tê xwestin de negihîştine nav gel, ev qad ji bo wan hinekî girtî maye. Îro weşanxaneyên me jî di bin van şert û mercên giran de zoriyeke mezin dikişînin. Pirtûkan çap dikin û derdixin, loma ji ber nebûna derfetên aborî û sazîbûnê, nikarin wan pirtûkan li her derê belav bikin. Derfetên kesane yên gelê me jî diyar in û piştgiriya ji bo huner û wêjeya Kurdî hîn kêm e.”
‘Ev karekî pîroz e’
Nivîskar û dîrokzan Îhsan Colemêrgî jî di kongreyê de axivî û diyar kir ku karê KURDÎWARê şoreşeke pîroz a ziman e û ev tişt vegot: “Berî her tiştî ez rêz û îhtirama xwe pêşkêşî wan hevalên ku ev biryar stendine dikim. Ez karê wan karên pîroz dibînim û di xebatên wan de serkeftinê dixwazim. Mijara me ya bingehîn zindîkirina zimanê Kurdî û parastina zimanê nivîskî ye. Hûn dizanin ku nivîsandin dahênaneke dîrokî ya Sumeriyan e. Sumerî li jêriya Mezopotamyayê dijiyan û ew û kalikên Kurdan ên Zagrosî cîranên hevdu bûn. Dema qewmiyeta cîraniyê dest pê dike, em dibînin ku di navbera ziman û berhemên Sumeriyan de têkiliyeke xurt ava dibe. Li welatê Sumeriyan di destpêkê de zimanê prestîjê, zimanê îbadetê yek bû, lê paşê bi hewldanên cuda, pirzimanî derket meydanê.”
‘Divê rewşenbîr jî weke siyasetmedar azad be’
Di berdewamiya kongreyê de, Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê û Endamê MYKê yê Partiya Komunîst a Kurdistan (KKP) Sînan Çîftyurek axivî û destnîşan kir ku avakirina komeleyên çand û hunerê ji bo civaka Kurd xwedî girîngiyeke jiyanî ye.
Sînan Çîftyurek bal kişand ser dînamîkên guhertina civakî û têkiliya di navbera huner û siyasetê de û ev nirxandin kir: “Di guhertina civakê de du dîsîplînên sereke hene, yek çand û huner e, ya din jî siyaset e. Siyaset dema dixwaze di civakê de guhertin û îsyana xwe pêk bîne, heke bingeha çand û hunerê di nav wê civakê de guhertineke kûr çênekiribe, guhertina ku siyaset dixwaze bike pir zor, zehmet û hişk dibe. Ji bo vê yekê, mîsyona guhertinê ya çand û hunerê di nav civakê de gelekî girîng e. Ji Ehmedê Xanî heta Mehmed Uzun, ez hezar carî spasiya hemû kedkarên çandê dikim û rêzê li ber wan digirim. Xala duyemîn a girîng, têkiliya navbera rewşenbîr û siyasetmedaran e. Di navbera van her du aliyan de her dem pirsgirêk û alozî heye. Ji bo çareseriyê, xala bingehîn ev e; divê çand, huner û rewşenbîrên me di hilberîna xwe ya afirîner de bi tevahî azad bin. Çawa siyaset azad e, divê rewşenbîr jî di qada xwe de azad bin.”
Rêveberiya nû hat hilbijartin
Piştî axatinan rêveberiya nû hat hilbijartin û Nazîme Bor û Mehmet Çelebî weke hevserokên nû yên KURDÎWARê hatin hilbijartin.
Li ser navê rêveberiya nû hevserokê nû yê KURDÎWARê Mahmut Çelebî axivî û bal kişand ser pênase, navê fermî û mîsyona komeleyê ya li herêmê û wiha got: “Navê vekirî yê KURDÎWARê, Kongreya Ziman û Wêjeya Kurdî ya Serhedê ye. Armanca bingehîn a vê komeleyê ew e ku di bin sîwana vê saziyê de, hemû wêjekar û nivîskarên Kurd bên cem hev. Ji bo herêma Serhedê hewcedariyeke pir mezin bi gaveke bi vê rengî hebû. Heta îro hevalên me gelek ked dan û tiştên pir baş derxistin holê. Ez hêvî dikim ku ji îro û pê ve, xebatên me dê hîn çêtir û xurtir bibin.”
Piştî axaftina hevserokê nû kongre bi dawî bû.


