Kongra Star Zeyneb Kinaci bi bîr anî

Kongra Star li Hesekê bi civînekê têkoşera kurd Zîlan bi bîr anî.

1 deqe xwendin
Kongra Star Zeyneb Kinaci bi bîr anî

Kongra Star bi boneya 30emîn salvegera şehadeta têkoşer Zîlan (Zeyneb Kinacî), li Navenda Çand û Hunerê ya li taxa Miftî ya li Hesekê civîneke berfireh organîze kir. Bi dehan endamên saziyê civaka sivîl û şênî tevlî civînê bûn. Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre dayîkan ji bo bîranîna Zîlan mûm pêxistin. Di civînê de behsa jiyan û rêwîtiya têkoşîna Şehîd Zîlan a ku di çarçoveya Tevgera Azadiyê de borandiye hate kirin. 

Endama Meclisa Jin a Kongra Îslama Demokratîk Rûken Ehmed axivî û bal kişand ser nameya ku Zîlan bi rêya çalakiya xwe ya fedayî pêşkêş kir. Rûken Ehmed da zanîn ku çalakiya Zîlan rêyeke girîng ji bo Tevgera Jin a Kurdistanî çêkir, tecrubeya wê rol û hêza jinan a beşdarbûna hemû qadan weke rêxistinî, jiyan û têkoşînê nîşan da.

 Rûken Ehmed diyar kir ku Şehîd Zîlan tevî ku piştî tevlîbûna tevgerê ya salekê şehîd bû jî, lê ew karîbû qonaxa ku tê de êrişên hêzên navneteweyî li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê hene, bi awayeke baş bixwenda. Fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan hişt ku analîzeke bingehîn ji bo rewşa ku ew tê re derbas dibe, bê çêkirin.

 Rûken Ehmed destnîşan kir ku Şehîd Zîlan bi nameya xwe girêdana xwe bi nirxên mirovahiyê û baweriya bi jiyaneke azad û bi wate nîşan da. Girêdana wê bi berevaniya wan nirxan li gorî nerîna wê ya ji têkoşînê re hat.

 Zeyneb Kinacî (Zîlan) sala 1972yan ji dayîk bûye, ew yek ji sembolên jina Kurd û Tevgera Azadiya Kurdistanê ye. Ew 30ê Hezîrana 1996an çalakiyeke fedayî pêk anî.