Jinên bi helbestên xwe 30 sal zindan dane pişta xwe

3 jinên helbestkar ên ku ji nîvê emrê xwe zêdetir di girtîgehan de mane, li Wanê navçeya Tûşbayê di fûara pirtûkan a bi navê ‘Rojên Wêje û Pirtûkan’ de hatin gel hev û helbestên xwe xwendin.

1 deqe xwendin
Jinên bi helbestên xwe 30 sal zindan dane pişta xwe

Li navçeya Wanê ya Tûşbayê bi navê Rojên Wêje û Pirtûkan a Tûşbayê fûara pirtûkan a 4 rojan çêbû. Di fûarê de gelek bernameyên wek Panel û Dîwana Helbestan pêk hatin ku gelek nivîskar, hunermend, siyasetmedar û aktivîstên TJAyê û wêjekar tev li bûn. 

Belkî gotina dawî, em destpêkê bibêjin wê baştir bibe. Fûara Tûşbayê bi gelek aliyên xwe qels derbas bû. Hem rexneyên ku ji weşanxaneyên standên xwe vekirî hem jî yên ji kesên serdana fûarê kirin jî nîşanî me da ku ev ne dema fûara pirtûkan bû. Li ser devê gelek kesên gotinên wek ‘Cihê fûarê ji navenda bajêr pir dûr bû, di heman hefteyê de ezmûna YKSê’ hebû û hwd. Di 3-4 rojên me serdana fûarê kir de jî hema bêje kesek tune bû û ‘di hin rojan de weşanxaneyan sîfteha xwe jî nedikir.’ 

Hejmara nivîskarên di girtîgehan de

Niyeta min ne ew e ku ez qala tevlibûnên fûarê yan jî hejmara firotina pirtûkan bikim. Ka em berê xwe bidin aliyê fûarê yên ku bêhna mirov firehtir dikir. Hejmara jinên nivîskar ên ku ji nîvê emrê xwe zêdetir di girtîgehê de mane û bi rûkenî, têr û tije û bi kelecaniya xwe tev li fûarê bûyî, bala me gelekan kişand. Di 19ê mehê de bi sernavê ‘Dîwana Helbestan-Helbest û Jin’ helbestvan û nîvîskar Mizgîn Ronak bi helbestvan Krîstîn Ozbey re ku pirtûka xwe ya helbestê nû derxistiye, derkete pêşberî xwînerên xwe. 

Helbestbestkara xwedî 7 berheman

Mizgîna ku di 30 salên kambax ên girtîgehê de wek gelek rêhevalên xwe yê şoreşger hema bêje di her roj û şevên zindanê yên dem tê de hatine dewisandin de, defter û qelem ji ber singa xwe qut nekiriye. Zor û zehmetiya kurdînûsiya li zindanan jî bi serê xwe meseleyek e. Her çi qas ku qedexeya li ser ziman hebe jî wê 30 salên xwe bi nivîsandina zimanê xwe, çîrokên xwe, bîranînên xwe, bi stranên xwe û her wiha bi rêzikên xwe yên ku bi ‘Kirasê Heyvê’ hatine xemilandin nivîsîne. Mizgîna ji nîvê emrê xwe zêdetir di nav çar dîwaran de maye 3 çîrok, romanek, 4 pirtûkên helbestê û bi dehan nivîsên ji rojnameyên wek Azadiya Welat, Xwebûn û hwd. re nivîsîye. Mizgîn piştî derket jî bi navê ‘Nêrgizên Lêborînê’ pirtûkeke ku ji nivîsên wê yên di rojname û malperên nûçeyan de pêk tê, derîne.

Rengê dengê helbestên Mizgînê

Di fûara pirtûkan a Wanê de mizgînê bi wê rûkenî, kelecan û bi wê helbestdelaliya xwe li hember xwîneran rûnişt û bi bîranîneke xwe ya beriya Ehmed Huseynî here ser dilovaniya xwe ku pê re axiviye, dest bi axaftina xwe kir. Bêguman Ehmed Huseynî yê ku çend meh berê xatir ji vê dinê xwest û çû, bi dehan berhem û helbestên xwe di dil û ruhê kurdan de mala xwe ava kir. Bi yek ji diyaloga di navbera wî û Mizgînê de ku bi navê ‘Helbesto’ Mizgîn pê re diaxive re jî dilê me gelek gohdaran hêniktir bû. Êdî piştî vê kurteaxaftinê Mizgînê xwe berjêrî helbestê kir. Bi salan bû ku dema me helbestên wê dixwendin hê rengê dengê wê di mêjî û bîra me de cih negirtibû. Belê mirov gelek caran rengê dengê kesên navê xwe li dîrokê nivîsîne, ji bo gel, çand û hebûna xwe li ber xwe daye, meraq dike. Lê êdî ev çend sal in rengê dengê helbestên Mizgîn Ronak jî heye, em gelek caran helbestên wê bi dengê wê dibihîzîn êdî. Piştî bername qediya ciwanên wanî yên helbesthez li dora Mizgînê kom bûn û jixwe vê yekê di nav wê fûara ku kesî zêde telê xwe nedayê de, dil bi hêvîtir kir.

Şadiye Manap û çîroka wê

Di roja sêyem a fûarê de êdî çavên me gelekan li benda bernameya Şadiye Manap û Leyla Saraç bûn. Ya rastî ji roja Şadiye Manap tehliye bûye jî min çend roportajên pê re hatine çêkirin xwendibûn û dixwest wê rû bi rû jî bibînim. Derketina Şadiye Manap a di sala 2022yan de jixwe di hafizeya me tevan de çikiyabû. Di 1ê kanûna 2022yan de li gor mûdetnameya wê û qanûnên heyî qewlê wê yê girtîgehê qediyabû. Di roja tehliyeyê û ber bi saeta derketina wê ya derve ve dewlet bi hincetên nivîsên wê careke din li ber derî binçav dike û ceza lê dirêj dike. Ji korîdora girtîgehê careke din wê vedigerînin qawişê. 

Piştî dirêjkirina salekê

Ew feraseta ku bi vî şiklî xwest li ber malbat û gel Şadiyeyê ceza bike, bi parastina xwe li dadgehê bersiva herî xurt da zindanguran. Bi awayekî dijmirovî û dijhiqûqî salekê lê zêde kirin. Jixwe ew îrade û kesayetên ku ji nîvê emrê xwe zêdetir di zindanan de mane qey li hember salekê serî ditewandin! Dawiya dawî di hezîrana 2023yan de piştî parastineke ku li hember heyeta dadgehê dike, êdî çengên xwe ji azadiyê re vedike. 

Bi helbestên Apogerî li fûara Wanê

Hê ev bûyerên wê di bîra me de çikiyayî bûn, Şadiye derket pêşberî xwînerên xwe. Li fûara Rojên Pirtûkan a Wanê jî Şadiyeyê bi pirtûka xwe ya bi navê ‘Av Jî Dinivîse’ di roja sêyem a fûarê de bi panela ‘Destan û Helbest’ bi rêhevala xwe Leyla Saraç re cih girt. Şadiye beriya derbasî rêzikên xwe bibe bi çend gotinên xwe bal kişand ser nivîskariya li girtîgehê û  piştre di dil û giyana me tevan de helbestên ‘Apogerî’ yên ku ji aliyê avê ve jî hatine nivîsîn, cihê xwe girt.  Şadiyeyê devê pirtûka xwe ‘Av Jî Dinivîse’ vekir û bi van rêzikan gohdarên xwe têr helbest kir. “…lê zanibin ku /hûn berfînên nûbihara zemheriyê ne /şewata destpêkê ya dil in /ji xwînê dilopa ewil in /tovên ku pekiyane axê yên sifteh /dê li ser şopa we /bi êşa we haveyn bigirin /bi azadiya we re /azad bibe welatê me"

Leyla Saraç bi helbestên xwe re

Û Leyla Saraç… Helbestvan û nivîskar Leyla Saraç a ku 4 caran ketî girtîgehê û derketî, herî dawiyê di sala 2025an de ji wî cihê kambax derket. Di qonaxa girtîgehê de 3 berhemên bi navê Werzeba-helbest, Zerya-çîrok û Dema Tu Çûyî-helbest nivîsîye. Nivîsîna bi zimanê xwe yê zikmakî û bi taybetî jî ya bi kurdî bêguman zahmetiyên wê bi gotin û nivîsînê mirov nikare bîne ziman. Mînakên vê yekê gelek caran bûne roman, helbest, çîrok û di nameyên ji girtîgehê hatine de jî me xwendine, bihîstine û dîtine. 

Berhemeke neynika civaka xwe

Leylayê di pirtûka xwe ya ‘Dema Tu Çûyî’ de li ser êş û rastiyên kurdan, li ser hezkirin û bêrîkirinên xwe û her wiha ji bo bavê xwe yê şoreşger nivîsiye. Ji vê berhema xwe û ji Werzebayê Leylayê helbestên xwe xwendin. Di dilên me hemû xwîneran de ji wan demên herî sote yên di dîroka Kurdistanê de hinek diçûn…

Sê jinên şoreşger ên ku ji nîvê emrê xwe zêdetir di dem û dewranên herî dijwar, bi şewat ên di zindanê de derbas kirine û mirov dikare bibêje ku bi têkoşîna xwe şoreş dane pişta xwe, li fûara Wanê ji kîsê xwe yê berxwedanê, helbestên xwe bi civaka xwe re parve dikirin.