Ji bo Komkujiya Madimakê banga edaletê kirin
Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk (DAKB) û Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA), di salvegera Komkujiya Sêwasê de bi bîr xistin ku tevî polîtîkayên dewletê yên bêcezahiştinê û zextan jî, têkoşîna elewiyan a ji bo heqîqet û azadiyê her berdewam e.

Bi boneya 33yemîn salvegera Komkujiya Madimakê ya ku di 2yê Tîrmeha sala 1993yan de li bajarê Sêwasê qewimî ku tê de 33 rewşenbîr, nivîskar û hunermendên beşdarî Festîvala Çand û Wêjeyê ya Pîr Sultan Abdal bûn, Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk (DAKB) û Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) daxuyaniyeke hevpar weşandin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Komkujiya Kerbelayê di bîra civaka elewiyan de sembola êrişên li ser heqîqetê ye û hat destnîşankirin ku komkujiyên ku di tevahiya dîrokê de hatine kirin, nehatine jibîrkirin.
‘Têkoşîna li ser rêya heq û heqîqetê’
FEDA û DAKBê di dewama daxuyaniya xwe de destnîşan kirin ku piştî qetilkirina Hz. Huseyîn û hevrêyên wî ya li Kerbelayê, êrişên li ser têkoşîna heq û heqîqetê berdewam kirine. Herwiha hat diyarkirin ku dîrokê êş, berxwedan, yekîtî û nejibîrkirina tiştên qewimîne fêrî elewiyan kiriye.
Di daxuyaniyê de bal kişandin ser komkujiyên dîrokî yên li ser elewiyan ên li Tirkiyeyê û tekez kirin ku feraseta dewleta tekperest êrişî bawerî û nasnameya gelên cuda kiriye; Komkujiya Koçgiriyê jî wekî yek ji xalên girîng ên vê pêvajoyê hat nîşandan.
‘Têkoşîna Elîşêr û Zarîfe mîrateyeke girîng e’
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku yek ji berxwedêrên pêşeng ên berxwedana Koçgiriyê Elîşêr û hevjîna wî Zarîfe, di 9ê tîrmeha 1937an de li şikefta Çiyayê Tûjik ê li Pulurê bi kemînekê hatine kuştin. Hat diyarkirin ku têkoşîna azadî û berxwedanê ya Elîşêr Efendî û Zarîfe Xanim mîrateyeke girîng ji civaka elewiyan re hiştiye û ew di salvegera şehadeta xwe de bi rêzdarî tên bibîranîn.
‘Çorûm û Madimak nehatin jibîrkirin’
FEDA û DAKBê piştrast kirin ku Komkujiya Çorûmê ya di sala 1980yî de jî nehatiye jibîrkirin û dan zanîn ku 57 kesên ku di encama van êrîşan de hatin kuştin, tên bibîranîn. Di daxuyaniyê de hat îfadekirin ku wê tekez rûbirûbûna li gel berpirsiyarên komkujiyê pêk were.
Saziyên Elewiyan di daxuyaniya xwe ya hevpar de bal kişandin ser Komkujiya Madimak a Sêwasê ya 2yê Tîrmeha 1993yan jî û bi bîr xistin ku li Otêla Madimakê 33 rewşenbîr, hunermend, nivîskar û hozan hatine şewitandin û qetilkirin. Hat îfadekirin ku vê komkujiyê ne tenê kesên jiyana xwe ji dest dane hedef girtiye, di heman demê de wekhevî, azadî, hêviya pêkvejiyanê, wijdana mirovahiyê, bawerî, nasname û zimanê elewiyan jî hedef girtiye.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku komkujiyên li Koçgirî, Dêrsim, Mereş, Çorûm û Madimakê hatine kirin, encamên polîtîkayeke dewletê ya hevpar û feraseta bêcezahiştinê ne. Lê tevî hemû zextan jî têkoşîna ji bo heqîqetê berdewam dike.
‘Em li gel pêvajoya Aştiya Demokratîk in’
Di dawiya daxuyaniya hevpar de ev yek hat tekez kirin: “Di roja îro de ji bo rûbirûbûna bi van komkujiyan re em li gel pêvajoya ‘Aştiya Demokratîk’ disekinin. Em dibêjin ku heya rûbirûbûna bi van komkujiyan re pêk neyê, berpirsiyar neyên aşkerekirin, polîtîkayên bêcezahiştinê neyên bidawîkirin û hemwelatîbûna wekhev li gel yasayan neyê misogerkirin, aştiyeke civakî ya rastîn jî pêk nayê. Dîrok wê tekez ji kesên ku sûcên li dijî mirovahiyê kirine hesab bipirse. Dewlet wê bi dehan komkujiyên ku kirine re rûbirû bibe.”


