Fîlozofa Fransî Geneviève Fraisse piştgirî da banga Abdullah Ocalan
Felsefevana femînîst a Fransayê û parlamentera berê ya Ewropayê Geneviève Fraisse diyar kir ku ew piştgiriyê dide Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Kampanya piştevaniya navneteweyî ya ji bo Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan deng vedide. Felsefevana femînîst a Fransayê û endama berê ya Parlamenta Ewropayê Geneviève Fraisse piştgirî da pêvajoyê.
Peyama Geneviève Fraisse bi vî rengî ye: "Nasname ne 'avani'yên rawestiyayî yên ji jidayikbûnê ne; ew 'pêvajo'yên herikbar, siyasî û dîrokî ne. Nasnameya kurd jî 'hebûn'eke dînamîk e ku li cografya Mezopotamya û Anatoliyê ava bû, îro li Ewropayê jî dîasporeyek xwe heye û bi jiyana siyasî û çandî ya gelên din re ketiye nava hev. Ji ber vê yekê Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Abdullah Ocalan rast dibînim ku li şûna kurdîtiyê îzole bike, vediguherîne têkiliyeke diyalojîk. Siyaseteke li derveyî sînoran û wekhev a ku di navbera gelên kurd, tirk, ereb û fars bê afirandin, bi rengekî xwezayî divê hurmetê nîşanî rastiya herikbar a nasnameyan bide. Dem hatiye ku têkoşîna li dijî neteweperestî û mêtingeriyê dûrî cihêkariyê bi perspektîfeke di ser neteweyan re bê meşandin. Bawerim Entegrasyona Demokratîk a ku Ocalan ji bo kurdan pêşniyar kiriye ev e. Hêvîdar im ku hûn ê di têkoşîna xwe ya aştiyê de bi ser bikevin."


