Embarên genim tijî bûn

Rêveberiya embarên genim ên Berojê yên li Dêrikê diyar kir ku embar tijî bûne û dest bi valakirina embaran kirine.

1 deqe xwendin
Embarên genim tijî bûn

Bi destpêkirina demsala çinînê û veguhastina genim bo embaran re, rêveberiya embarên genim ên li Berojê ya Dêrikê ragihand ku embarên genim tijî bûne. Rayedaran agahî da Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) û gotin: “Ji ber vê yekê wan dest bi valakirina embaran û veguhastina genim bo depoyên din kiriye.” 

Ji rêveberên embarên Berojê Ehmed Newaf diyar kir ku kapasîteya embarê 12 hezar ton e, lê embar di destpêka demsalê de bi tevahî vala nebûn, ji ber ku nêzîkî 6 hezar ton berhema par di embarê de bû. Ehmed Newaf diyar kir ku berî destpêkirina wergirtina berhema îsal tenê nêzîkî 3 hezar ton hatine valakirin.

Ehmed Newaf destnîşan kir ku embar di rojên dawîn de ji ber hatina dexlên nû bi tevahî tijî bûne û rêveberî li bendê ye ku genimê di embaran de ji bo deverên din veguhêze da ku bikare berhema nû ji cotkaran wergire.

Ehmed Newaf da zanîn embarên Berojê ji deverên Girkê Legê û Dêrik û gundên derdora wan jî berheman werdigire.

Ahmed Newaf diyar kir ku cotkarên devera koçeran hîna dexlê xwe bi tevahî neçinîne, lewma cotkaran ji ber girtina embaran nerazîbûn nîşan da. Her wiha da zanîn ku rêveberiya embaran hewl dide pirsgirêkê di demeke zû de çareser bike û embaran dîsa veke da ku berhemên cotkaran wergirin.