DYAyê careke din êrişî Îranê kir
Krîza li Kendava Besrayê û Tengava Hurmuzê berdewam dike. Di 26ê hezîranê de, li nêzê Tengava Hurmuzê êrişî keştiyeke barhilgir a bi ala Sîngapûrê hat kirin. DYAyê hinek balafirên bêpîlot xistin. Televîzyona fermî ya Îranê jî heman rojê daxuyand ku sê tankerên petrolê li Tengava Hurmuzê ji aliyê Artêşa Pasdarên Şoreşa Îslamî ve hatine sekinandin.

Serokê DYAyê Donald Trump, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek parve kir û ev yek wekî "bêaqilî" bi nav kir. Trump got: "Komara Îslamî ya Îranê, herî kêm çar balafirên bêpîlot ên êrişê ku yekalî difirin, ber bi keştiyên di Tengava Hurmuzê re derbas dibûn ve, avêt. Yek ji van li deşta jorîn a keştiyeke barhilgir a mezin û gelekî biha ket. Zirar çêbû, lê keştî karîbû rêya xwe bidomîne. Me her sê balafirên bêmirov jî xistin. Diyar e ku ev yek, binpêkirineke bêaqilî ya peymana me ya agirbestê ye."
Fermandariya Navendî ya DYAyê (CENTCOM), di 26ê hezîranê de wekî bersivdayîna êrişa li ser keştiya barhilgir, Îranê bombebaran kir.
Di daxuyaniya CENTCOMê de ev tişt hatin gotin: "Piştî ku Îranê di 25ê hezîranê de bi balafirên bêmirov êrişa yekalî li keştiya bi navê M/V Ever Lovely xist, balafirên DYAyê firokxaneyên moşek û balafirên bêmirov û kozikên radara peravê yên Îranê kirin armanc. Ev keştiya kargoyê ya bi ala Sîngapûrê, di dema êrişa Îranê de li seranserê peravên Omanê ji Tengava Hurmuzê derdiket. Ev êrişkariya hovane ya hêzên Îranê ya li ser veguhestina deryayî ya bazirganî, agirbest bi aşkereyî binpê kir."
Hêzên Pasdarên Îranê jî daxuyaniyek da û diyar kir ku "Wekî bersiva vê êrişê, Hêzên Deryayî yên Pasdaran xalên bi cihbûna artêşa terorê ya DYAyê ya li herêmê kirine armanc."
Di vê navberê de, dîmenên satelaytê (peykê) yên ku derketine holê nîşan didin ku di êrişên moşek û dironan ên Îranê de, zirareke mezin gihîştiye baregeha deryayî ya krîtîk a DYAyê ya li Rojhilata Navîn, anku "Naval Support Activity Bahrain" a li Behreynê.


