'Divê statuya kurdî bê nasîn'

Saziyên Ziman ên Demokratîk xwestin ku astengiyên qanûnî yên li pêşiya Kurdî bên rakirin.

1 deqe xwendin
'Divê statuya kurdî bê nasîn'

Nûnerên  saziyên ziman xwestin astengiyên qanûnî bên rakirin. Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk a ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve di 27ê Sibatê de hatibû destpêkirin, tevî ku desthilat tu gavan navêje jî berdewam dike. Ji bo çarçove qanûna ku dê were derxistin, raya giştî li bende gavên hikumet û Meclisê ye. Saziyên Ziman ên Demokratîk, derbarê xebatên ku di qada ziman de tên kirin ji Nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ozlem Yacan re axivîn û daxwaz kirin ku astengiyên qanûnî yên li pêşiya Kurdî werin rakirin, Kurdî bibe xwedî statuyeke qanûnî û bibe zimanê perwerdeyê.

 Rêveberên Komeleya Vekolîn û Perwerdeya Hiqûqê (DADSAZ), Komeleya Pêşvebirina Çand û Zimanê Kurdî (KURDÎGEH), Komîsyona Ziman a Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen), Komîsyona Ziman a Baroya Wanê û Komîsyona Ziman a Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Wanê, bang kirin ku Kurdî bibe zimanê perwerde û statuyê û wiha gotin: "Divê astengiyên qanûnî yên li pêşiya Kurdî bên rakirin û bibe zimanê perwerdeyê."