Di stran û klîbên Hunergeha Welat de çar alî dibin yek

Dema mijar dibe çand û hunera li rojavayê Kurdistanê tê avakirinê, mirov dixwaze behsa gelek tiştan bike. Rastiyek heye ku her çiqas di navbera hin stran û klîbên Hunergeha Welat de xwedubarekirin dem bi dem xuya bike jî, Hunergeha Welat dibe eniya huner û mûzîka kurdî ya çar aliyan.

1 deqe xwendin
Di stran û klîbên Hunergeha Welat de çar alî dibin yek

Nizanim bala we jî kişandiye ya na; çi dema ku Hunergaha Welat stranekî, klîbekî parve dike em tev bi meraq û kelecanekî li bendê dimînin û piştre jî di her klîbekî de devê me vekirî dimîne. Ew gotina ‘di rewşa herî giran a li Rojava’ Hunergeha Welat bi her stran, gotinên stranê, klîb, cil û bergên di klîbê de, mekanên ku tên bikaranîn û hwd. de em wê hilberîn û afrîneriya wan û hunera ku bi çanda kurdewar tê avakirin dibînin. Di herdu klîbên ‘Bi Xatirê Te’ û ‘Keynê’ yên ku di hefteyên borî de derketin de jî ev yek bi awayekî beloq derket holê.

Bêguman hemû kar û xebatên li Hunergeha Welat û Pargîn û hemû saziyên hunerî yên li Rojava wek hemû qadên heyî, bi şiklekî kolektîf tên kirin û hema bêjin ji lîstîkvan, stranbêj, dekor, senarist, ronahî û hemû aliyên heyî bi kedeke mezin û di bin şert û mercên giran ên şer de li ser axa Rojava tên kirin. Di dem û bûyerên herî giran ên li Rojava de me dît ku Hunergeha Welat, bi stran û klîbên xwe dilê me hênik dikir û dike, di heman deng, awaz û gotinên stranê de çar alî dibin yek. 

Li ser kronolojiyeke ne wisa bi rêk û pêk be jî ez ê hewl bidim balê bikşînim ser çend stran û naverokên ku bi milyonan kes xistine bin tesîra xwe. Dema mirov ji strana ‘Şervano’, ‘Serêkaniyê û Avaşîn’, Hey Zapê, Xurfanî, Serhildan, Nazê Nêrgiza Hewşê, Keziyên Tolê, Zeriyên Şeşdaran (Heftenîn), Felaketim, Li Bin Xetê, Evîna Derwêş û Edûlê, Bendava Me Ye’ û bi dehan stranên din meyze bike dibîne ku di gelek biyavên çand û hunera kurdî de naverokên xwe diafrînin.

‘Şervano diherikî nav dilê her kurdekî’

Di şerê Kobanê yê 6 sal berê de bi strana Şervano li her deverê Kurdistan û bajarên kurd li heyî de; di dil de berxwedana li Rojava û li ser lêvên wan gotinê ‘Şervano/ Keziya dayikê biqurbano/Tu nehêle tola wan, bi destê xwînmijano/ Şervano…’ hebû. Şervano dibû navê tevahiya berxwedana li Kobanê û Rojava diherîkî nav dilê hemû kurdan.

Dîsa bi strana Hey Zapê, Serêkaniyê û Avaşîn û çend stranên din hem berxwedan û serkeftina gerîla dihat silavkirin û bi taybetî jî bi strana Serêkaniyê û Avaşîn êrişên dewleta tirk ên bi çekên kîmyewî dihatin şermezarkirin û bi vê stranê hem ji aliyekî berxwedan dihat silavkirin hem jî şerê qirêj yê ku bi çekê kîmyewî pêk dihat; li tevahiya cîhanê dihat belavkirin.

‘Nazê Nêrgiza Hewşê’

Yek ji stran û klîba Hunergeha Welat a di ser de 6 sal derbas bûn û hê jî li her deverî Kurdistan û deverên din mirov leqayî strana ‘Nazê Nêrgiza Hewşê’ tê. Ev strana ku bi şêweya akapelleyî ango pirdengî hatî strandin, di klîb de jî derhêner (Şêro Hindê) berê me dide produksiyoneke mutevazî ya ku dekora wê tenê ji rengên cuda û lîstikvanên şanoya Rojava pêk tên. Ev strana ku gotinê eydî Şêro Hindê û mûzîka wê Mehmûd Berazî hazir kirî, bi stranbêjiya Şervan Badinî û herwiha lîstîkavaniya wî û ya bi dehan lîstîkvanên şanoyê re, hunera kurdî digihêje bi milyonan kesan. Gotinên stranê bi giştî behsa folklora kurdan a romantîk û motifên wê dike û awazên dêrîn bi şêweyek modern tên gotin. Yanî stran kêfxweşiyekê di dilê mirov de ava dike.

Vegotina destana dîrokî

Bi strana ‘Derwêş û Edûlê’ vê carê jî Hunergeh berê me dide destan û çîroka dîrokî ya Derwêş û Edûlê û bi deng û stranbêjiya Delîl Mîrsaz çîrok ji nû ve tê vegotin, bîra çanda kurdî ji nû ve vedikole. Di her dîmenekî klîb de çîroka Edûlê û Derwêş li ber çavên mirov ji nû ve diqewime û di vê klîba nêzî 17 deqeyan de em kurtefilmê vê çîrokê jî temaşe dikin. Di vegotina vê berhemê ya dîtbarî de xatirxwestina Derwêşê Evdî û 12 siwariyên ku diçin eniyê, meşa wan a ber bi şer ve wek kêliyên ku herî zêde me dikşîne bin bandora xwe, derkevin pêş. Bi taybetî jî dema em ji aliyê nirxên estetîkî û yên çandî ve li vê xebatê meyze dikin, tenê ne wek çîrokeke evîna xwerû herwiha hezkirina welat û sekna gelê kurd a dîrokî jî hatiye vegotin. Tenê ji bo haziriya vê stranê û produksiyona wê Hunergeha Welat nêzî 6 mehan dixebitin û di encama vê xebatê de tê parvekirin.

Marşa hemû jinan

Bi senaryoya Şêro Hindê, mûzîka Mehmûd Berazî, Delîl Îbrahîm û herwiha bi amadekariya Berîtan Rûkên, Bêrîtan Pirsûs, Gûlistan Efrîn, Delîl Mîrsaz û bi dehan kesên din ên di klîbê de cih girtîne de divê em gotinên xwe herî zêde li ser klîb û filmê ‘Stranên Keziyên Sor-Jin Jiyan’ rêz bikin.  Hemû saziyên çand û hunerî yên li Rojava yên wek Sine Jin Rojava, Hîlala Zêrîn, Hunergeha Berçem, Hunergeha Welat û Pargîn tên gel hev û biryara kêşana vî klîbî didin. Ji Efrîn-Şehba, Heleb, Kobanê, Zenûbya, Hesekê ve Qamişlo bi sedan jin ji bo vê klîbê kom dibin. Ev strana ku ji bo Sakîne Cansiz hatiye çêkirin li ser sitûnên felsefeya Jin Jiyan Azadiyê ya paradîgamaya Tevgera Azadiyê hatiye amadekirin. Di klîba Stranên Keziyên Sor de jî em di 21 deqe û 40 saniyeyî de tevahiya destana têkoşîn û berxwedana jinan a ji neolîtîkê heta îrorojê bi pirbeşî û bi awayekî mûzîkalî, temaşe dikin. Jixwe stran di 3yê adara 2024an de yanî di çerçoveya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de tê parvekirin. Jixwe ew roj ev roj e em dikarin bêjin di hemû kar û xebatên jinan de, ji aliyê gelek sazî û dezgehên femînist jî di nav de ev stran tê belavkirin û bikaranîn. Bi kurtasî ev stran êdî marşa berxwedan û têkoşîna hemû jinan e.

Stran li ser şehîd Çeger

Yek ji strana Hunergehê ku di 26ê gulanê de hat parvekirin ya bi navê ‘Bi Xatirê Te’ de jî em xatirxwestina şehîdekî ku beriya here çeperê di dîmenê destpêkê de dibînin. Bi vê stranê di şexsê şehîdê bi navê Çeger Reş bi navê xwe yê din Mihemed Salihê ji Amûdê, tevahiya şehidên li Rojava tên bibîrxistin. Bi vî klîbî û bi dengê şehid Çeger yê dawûdî ku beriya stran û melodiyê em dibihîzîn û stran bi dengê Mehmûd Berazî di dilê her kurdekî de cihê xwe digre.

Dema mijar dibe çand û hunera li rojavayê Kurdistanê tê avakirinê, mirov dixwaze behsa gelek tiştan bike. Rastiyek heye ku her çiqas di navbera hin stran û klîbên Hunergeha Welat de xwedubarekirin dem bi dem xuya bike jî, Hunergeha Welat dibe eniya huner û mûzîka kurdî ya çar aliyan. Ji roja Hunergeha Welat hatiye avakirin heta îrorojê nêzî 300 berhemên hunerî tomarkirine û herwiha ji 50 zêdetir klîp kişandine. Herwiha bi awayekî ku li çanda hemû gelên li herêmê dijîn re jî gelek stranên erebî û yên çandên din, xebatên wek Awazên Windayî, ‘Kul El Hela’, Rêwanê Rêsen û hwd jî kirin û hê jî dikin. Wek gotina dawiyê, li Rojava bi pêşengiya Hunergeha Welat terz û şêweyekî ku li kîjan aliyên cîhanê em dengê wan bibihîzîn, em ê bêjin ev dengê awaz, strana Hunergehê ye, hat avakirin.