Dê têkoşîna civakê zagonan diyar bike

Di dîroka cîhanê de ti mafekî civakî dewletê bixwe nedaye. Bi têkoşîn û bi rêxistinkirina civakî maf hatine bidestxistin. Asta rêxistinbûna civakê wê çarçoveya qanûna ku niha tê axaftin diyar bike. 

1 deqe xwendin
Dê têkoşîna civakê zagonan diyar bike

Piştî ku ziman di nav însanan de bi pêş ket, watedayîn derket holê. Ev pêşketin di nav civakîbûnê de pêk hat. Ji ber vê yekê pênaseyên despêkê hemû taybetmendiyên wan li gor civakîbûnê ne. Piştre têgih jî heman wate li wan têne barkirin. 

Di dîroka mirovahiyê de piştî ku forma îktîdar û dewletê dertê û şûnde desteserkirina herî pêşîn naveroka têgihên civakî ne. Îktîdar û dewlet, naverokan li gorî xwe diguherînin û dadigirin. Loma jî ku nîqaşek were kirin divê di destpêkê de mirov ji pênaseyan dest pê bike. 

Bi demê re her pergal ji bo ku berdewam bike kadroyên xwe diafirîne. Kadroyên pergala civakî, ew kes an jî rêxistin in ku exlaq û polîtîkayên civakî ji xwe re esas digirin. Sînorên kadroyên pergala civakî, sînorên exlaq û polîtîkayên civakî ne. Kadroyên pergala dewletê jî memûrên dewletê ne. Sînorên memûrên pergala dewletê jî sînorên berjewendiyên desthilatdariyê ne. 

Ji bo ku ev mesele were fêmkirin mînakekê bidim. Demên berê meleyên gundan ne kadroyên dewletê bûn. Melayek ku bihata gundekî diviyabû ewil xwe bi gundiyan bida qebulkirin. Gundên ku axayên wan hebûn divê xwe bi axa bida qebulkirin. Ji ber ku mele debara xwe bi zikat û fitrên gundiyan an jî axa dikir. Gelek meleyan ji ber ku li gorî Quranê wez dane an jî axivîne ji aliyê axa ve ji gund hatine derxistin.

Heman tişt niha ji bo dewlet û memûrên wê jî derbasdar e. Memûr sînorê ku dewletê jê re xêz kiriye derbas bibe ji kar tê avêtin. Mînak; ji 500î zêdetir akademîsyenên ku gotin em nabin hevkarê vî sucî û metnek îmze kirin ji kar hatin avêtin. Dîsa hemşîreyekê ku li dijî wehşîtiya li hember şervana YPJê hatibû kirin, keziya xwe hûnand ji kar hat dûrxistin. Û bi hezaran mînakên bi vî rengî mirov dikare rêz bike.

Li gor pênaseya feylezofê îrlandî John Holloway; “Tişta ku ez ji Meksîkayê ber bi vir ve kişandim Ronahiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan e.” Analîzên feylezof û akademîsyenên biyanî, paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd wek ronakbîriya mirovahiyê pênase dikin. Ji aliyê din ve jî kesekî ku qaşo ji xwe re dibêje akademîsyen im têgiha komunê rexne dike û dibêje her carê têgiheke nû dixin nav gel. Qaşo kesekî di nav civakê de ye. Ji bo ku xwe têxe çavê xwediyê xwe ji xwe re wisa zimandirêjiyê dike. Ka bila li ser exlaqê akademîsyeniya civakî li destpêka tevgera Apoyî mêze bike ku ev tevger li ser kîjan hîmî hatiye avakirin. 

Şêwirmend û akademîsyenên pergala kapîtalîzmê ji bo ku bîrdoziya kapîtalîzmê bi pêş bixin fikra ‘dema bîrdoziyan qediyaye’ avêtin holê. Hin kesên memûrên dewletê jî niha dixwazin bêjin ti wateya têgihan tune ye. Ev yek jî propagandaya pergala dewletê ye ku hîmê civakbûnê ji holê radike. Cihê ku lê civakbûn hebe têgih jî dê hebin. 

Di destpêka pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de Rêberê Gelê Kurd got: “Ew nîqaşên ku em dikin encax li ser zemîna komareke demokratîk bi wate dibin.” Komara demokratîk; terkkirina hişmendiya dewletê ye. Ji ber ku şer di bingeha xwe de di navber hişmendiya dewlet û civakê de derketiye û dimeşe. Di rewşa pêvajoya niha de jî heman tişt e. Pêvajo geh disekine, geh dimeşe; geh wek ku dimeşe lê tiştek nameşe. Li ser maseyê Rêberê Gelê Kurd her tiştî bi heyeta dewletê dide qebûlkirin. Ji ber ku her tişt di zemîna mirovbûnê de bi serê wan dikeve. 

Baş e, ev pirsgirêk dê çawa were çareserkirin? Ku were bîra me di destpêka vê pêvajoyê de Rêberê Gelê Kurd mixatabê pêvajoyê dualî diyar kir; aliyek dewlet e, aliyê din jî civak û sazî-dezgehên civaka demokratîk in. Di dîroka cîhanê de ti mafekî civakî dewletê bixwe nedaye. Bi têkoşîn û bi rêxistinkirina civakî maf hatine bidestxistin. Asta rêxistinbûna civakê wê çarçoveya qanûna ku niha tê axaftin diyar bike.