Çûyîneke bêveger

Nivîskar Med Mîran di vê berhema xwe ya bi navê ‘Çûyîna Te’ de ne tenê vegotina êşeke kesayetî, lê di heman demê de li ser şahidiya têkoşîneke civakî ya berfireh disekine

1 deqe xwendin
Çûyîneke bêveger

‘Çûyîna Te’, pirtûka nivîskar Med Mîran (Cengîz Eker) ku piştî kurê wî Berbang Payîz (Birahîm Eker) dibe gerîla û bi 3 hevalên xwe re digihîje merteba şehadetê hatiye nivîsandin û derçûye. Nivîskar 32 salan di girtîgehên cihê cihê de maye. Ji nav weşanên Aryenê ‘Mirov’, ji nav weşanên Arê ‘Kînor’, ji nav weşanên J&Jê ‘Meytê Li Ser Rê’ ku li ser navê Cengîz Eker û ji nav weşanên Arê ‘Bireweriyên Êşiyayî’ û ji nav weşanên LMN (Lîman)ê jî ‘Çûyîna Te’ li ser navê Med Mîran, pirtûkên wî hatine çapkirin. Nivîskar di vê berhema xwe de ne tenê vegotina êşeke kesayetî, lê di heman demê de şahidiya têkoşîneke civakî ya berfireh vedibêje. Bi wêrekî û kûrahiyeke mezin, hem êşên xwe yên hundirîn û hem jî şopên têkoşîna civakî yên li hundir û derve tîne ziman.  

Nivîskar di vê pirtûkê de, bandora jiyan, têkoşîn û şehadeta Berbang li ser kesayetiya xwe ya bavtiyê û mirovbûna xwe bi awayekî nazik û kûr vedikole. Ew wekî bav, bi hemû nakokiyên hestyarî, hesret û serbilindiya xwe re rû bi rû dimîne û bi şêwazeke balkêş vê ezmûna mirovî tîne ziman. Ji destpêka pirtûkê ve, xwîner dikeve nav hestên pir kûr. Nivîskar rasterast xîtabî şehîd dike, bi gotinên wekî ‘Hevalcan’ û ‘Gorîcan’ dilê xwe yê birîndar radixe ber çavan. 

Ew nameya ku berî şehadetê ji kurê xwe re şandiye, di pirtûkê de bi cih dike û paşê bi çavên sosyolojîk, felsefîk, derûnî û mirovî li têkiliya bav û law, malbat û rêxistin, civak û jiyanê dinihêre dibînin. Nivîskar di temenekî pir ciwan de dizewice, kurê wan ê yekem jî Berbang e. Hîn lawê xwe baş nas nekiriye, dikeve girtîgehê. Berbang di navbera dîwarên zindanê û germahiya malê de mezin dibe û dibe şahidê êş û têkoşîna rêça bavê xwe. Têkiliya wan a bav-kurtiyê, bi demê re dibe têkiliyeke hevaltî û hevrêtiyê ya kûr. Bi van hestan Berbang mezin dibe û tevgera azadiyê nas dike. Bi xebatên xwe re dibe sedem ku bê naskirin û têkeve girtîgehê. Di girtîgehê de bi nivîskar-bavê xwe- re tê gel hev û di nav çar dîwaran de têkiliya di navbera xwe de li ser rêça têkoşînê kûrtir û berfireh dirêsin. 

Piştî serbestberdana ji girtîgehê, Berbang xatirê xwe ji bavê xwe dixwaze û berê xwe dide çiyayên azadiyê. Di nav têkoşîna azadiyê de şehîd dikeve. Ev çûyîna bêveger bandoreke wisa kûr li nivîskar dike ku xwe, bavtî, hevaltî û têkiliya xwe ya bi têkoşînê re ji nû ve didahûrîne. Di nav çar dîwarên girtîgehê de, bi pênûsa xwe re dikeve nav guftûgoyeke dirêj û biêş û wiha dibêje: 

‘Na, ez gazinan nakim. Ma îca çûyîna te ya gazinan e qey? Ji bo min ciyê serbilindiyê ye çûyîna te. Tenê ez li ber çi dikevim tu dizanî? Heke me pêwistiyên karê şoreşê bêkêmanî pêk bianiya, wê dor nehata we. Li ku û çi kar dibe bila bibe, di dara dinê de ew bav ne tu bav in ku kar û barê xwe dihêlin ser milên zarokên xwe. Ez bi ser navê xwe niha êşa wê yekê dikişînim.’

Ez bextewar im ku him bav û him jî heval im

‘Çûyîna Te’ ne tenê berhemeke edebî ya êşbar û estetîk e. Ew di heman demê de dîrok, civak, çand, aborî û siyaseta gelê kurd jî bi ronahiyeke kûr vedikole. Nivîskar ji çîroka xwe ya şexsî derbasî panoramayeke civakî dibe û bi xîtaba şehîd Berbang re, nasnameya çanda şoreşgerî, lêgerîna azadiyê û pêkhateyên civakî bi zimanekî zelal, henûn û fesîh vedibêje. 

Zimanê pirtûkê edebî, hestiyar û bi hêz e. Carinan bi awayekî helbestî êş û hesreta bav radixe ber çavan, carinan jî bi analojiyên xurt û kûr, rastiyên mirovî û civakî tîne ziman.

Rastiya şêr

Pirtûk bi kûrahiyek e wiha hestyar derdikeve pêş, di heman demê de êşa nava xwe raçav dike û digire nav xwe. Êşa nivîskar, mînakek û parçeyek ji têkoşîna azadiyê ya gelê kurd e. Bi vî awayî bi berfirehî bi çarçoveyeke sosyolojîk, felsefîk, derûnî, dîrokî û çandî pêşkêş dike û didahûrîne. Di vî warî de bi hafizeyek e bîrdozî dibe xwedî mînakek bêhempa û cihêreng.

‘Çûyîna Te’ bandorek kûr û hestane li ser xwendevanan jî dihêle. Bûyeran bi fêmkirina cîhana hundirîn û têkoşîna civakî tenê sînordar namîne, di heman demê de li nirxan xwedî derkeve û li ser şopa heqîqetê berxwedana hûndirîn dike mijar.

Xwezî me cih biguheriya!

Di encamê de, ‘Çûyîna Te’ berhemeke girîng e ku di navbera kesayetî û civakî de pirekê datîne. Ew ne tenê bîranîna bavekî, lê di heman demê de belgeyeke edebî ye ku ji perspektîfên civakî û têkoşîna azadiyê ya gelê kurd pêk tê. Bi kûrahiya hestyarî, rastiya neteweyî û zimanê xwe yê resen, ev pirtûk di bîreweriya çandî ya kurdî de cihê xwe yê taybet digire. Em hinekî din guh bidin çend kêliyên di pirtûkê de, wê her tişt bê dîtin û aşkere bibe:

 ‘Êz ê tenê vê bêjim ku neyê gotin nabe; tu pênc salan di zindanê de mayî (me qismekî vê demê bi hev re borand).  Ne li rûyê te û ne jî di pişt te de ti hevalekî negot ‘Hevalê Birahîm ev karê han şaş an jî kêm kiriye!’ Li ruxmî ku em her roj der barê hevdu şîrove û dahûrandinên dûr û dirêj dikin. Ev aliyê me pir xurt e. Ti kes nikare ji rexneyên me bireve. Ên ku hêz û hewesdariya me ya rexnegiriyê bizanibin wê têbigihîjin bê ka karê ku te kiriye çendîn zor û ew çend jî bêmend e.’

Çûyîna Berbang, çûyîneke bêveger e. Lê ew çûyîn hem bi şehadeta xwe dibe rêronahî û sedema serbilindiyeke kûr a di navbera têkiliyên bav û law de û hem jî di nav rûpelên vê pirtûkê de dibe ku em rastiya xwe jî pê re bibînin û nas bikin. 

Her çiqas ‘Çûyîna Te’ rastî nexweşiya weşanxaneyan û êşa edîtoriyê hatibe jî, bi tevî kêmaniyên xwe hêjayî xwendinê ye.