'Civaka Ewropa ji Konseya Ewropayê şerm dike'
Çalakvana Nobeta Azadiyê Hedlê Ogur anî ziman ku ji ber Konseya Ewropa erka xwe pêk neanîye 14 sal in ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêş CPT û Konseya Ewropa nobetê digirin û got: “Civaka Ewropa ji ber nêzîkatiya Konseya Ewropa ya li hemberî Serok Apo şerm dikin.”

DMME di 2014an de ji bo Tirkiye Mafê Hêviyê nas bike biryar da. DMMEyê nenaskirina Mafê Hêviyê wekî îşkence pênase kir û xwest Tirkiye Mafê Hêviyê nas bike. Lê tevî hemû serlêdanên parêzeran û hiqûqnasan heta niha Tirkiye Mafê Hêviyê nas nekiriye. Li ruxmê ku di îlona 2024an de salek da pêşiya Tirkiyeyê û di îlona 2025an de jî 9 meh (Heta vê hezîranê) dem da Tirkiye jî hêj Tirkiye di aliyê pratîk de gav neavêtiye. Hêj Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di şert û mercên tecrîdê de têne girtin. Hêj Statuya Rêber Abdullah Ocalan nehatiye naskirin. Hêj bi rêk û pêk parêzer û malbat nikarin biçin Îmraliyê û nikarin hevdîtinê bikin. Her wiha bi hezaran girtiyên siyasî ji ber Mafê Hêviyê nehatiye naskirin nayên berdan. Ji bo Mafê Hêviyê bê naskirin û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bê, her hefte li pêş CPT nobet tê girtin.
Nobeta Azadiyê ku ji Hezîrana 2012an ve li bajarê Strasbourg ê Fransayê dewam dike, gihîşt hefteya 729an. Nûnerên saziyên kurdan û dostên kurdan 14 sal in li pêş Konseya Ewropa Nobeta Azadiyê digirin. Nobeta vê hefteyê Hedlê Ogur, Zekî Nam û Hatîce Tugrul ên ku ji Îngilîstanê hatin, dewr girtin. Yek ji çalakvanan Hedlê Ogur li ser armanca çalakiyê û statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxandin kir.
‘DMME û CPT soza xwe pêk neanî’
Çalakiyên Strasbûrgê 14 salin her hefte bê navber didomin. Li ser armanca wê Hedlê Ogur anî ziman ku ew azadiya Rêberê xwe dixwazin û wiha got: “Di 2014an de DMME û CTP soz da me. Got ‘Divê Serok Apo bê berdan. Lê ew soza xwe pêk neanîn. Ji bo soza xwe pêk neanîn em li vir nobetê digirin. Heta ku serok bernedin em ê li vir çalakiya xwe berdewam bikin. Heta ku serok bê berdan dê çalakiya me bidome. Êdî sebra me nema. Em dixwazin Serok Azad bibe. Kengî ku Serok azad bû, dê çar parçeyên Kurdistanê û hemû girtiyên zinanan azad bibe. Zarokên min hatin girtin û bi salan di zindanê de man. Gelek hevalên mîna min hatin girtin û li zindanê man. Ji bo girtin, sirgûn bi dawî bibe û her kes li cih û warê xwe vegere Em azadiya serok dixwazin. Êdî sebr û tehamula me nemaye. Divê rayedarên cîhanê êdî biryarekê bidin û serok berdin. Em li benda CPT ne.”
‘Divê CPT zorê li Tirkiyeyê bike’
Hedlê Ogur bal kişand ser helwesta DMME û CPT ya li dijî Tirkiyeyê û wiha got: “Em dixwazin ku DMME û CPT êdî zorê li Tirkiyeyê bike. Serok Apo 27 salin girtîye. 27 sal in bi tena serê xwe girî ye. Êdî dema ku Serok di zindanê de bimîne xelas bûye. Rêberê kurdan e. Em naxwazin ku Rêberê kurdan ew qas li zindanê bimîne.”
‘Em herin ku emê li pey mafê xwe bin’
Hiqûqnas destnîşan dikin ku tu astengî li pêş dayina Mafê Hêviyê tune. Lê hêj Mafê Hêviyê nehatiye dayîn. Li ser nêzîkatiya Tirkiyeyê ya li hemberî Mafê Hêviyê jî Hedlê Ogur wiha got: “Heta niha Tirkiye ji bo Mafê Hêviyê tu gav neavêtiye. Ji ber vê yekê baweriya me bi Tirkiyeyê naye. Diviya bû ku Tirkiye sala par Mafê Hêviyê nas kiribûna. Lê Konseya Ewropa heta Hezîranê dîsa dem dan Tirkiyeyê. Lê Tirkiye dîsa ev pêk neanî. Sala par jî em li pêş Konseya Ewropa kom bûn ku zextan li Tirkiyeyê bike da ku Tirkiye Mafê Hêviyê nas bike. Lê gav nehatin avêtin. Kurd li hemû cîhanê belav bûn. Lê em herin ku em kurd in û emê heta dawî li pey mafê xwe bin. Divê çar parçeyên Kurdistanê jî bibin yek û em bi hevre azadiya Serokê xwe bixwazin. Divê em hemû kurd destê xwebidin hev û kurd bibin yek.”
‘Civaka Ewropa ji ber helwesta CPT û KE yê şerm dike’
Li ser helwesta civaka Ewropa jî Hedlê Ogur wiha axivî: “Gelê Ewropa jî azadiya Rêber Apo dixwazin. Welatiyên Ewropa yên di ber qada çalakiyê re derbas dibin şer dibikin. Dibêjin “Ji ber nêzîkatiya Konseya Ewropa û CPT ya li hemberî Tirkiyeyê em şerm dikin ku li we binerin. Em çalakiya we mafdar dibînin em jî azadiya Rêber Abdullah Ocalan dixwazin.” Û piştgiriyê didin çalakiya me. Çalakiya me rastî eleqeyeke mezin tên. Welatiyên Ewropa, jin, zarok, dayik, kal, pîr, siyasetmedar, akademîsyen, hiqûqnas û hemû beşên civakê piştgiriyê didin çalakiya me. Civaka li Ewropa tev piştgiriyê didin çalakiyê. Ji her welatî tên tev li çalakiyê dibin û piştgiriyê didin çalakiya me.”


