Çima çawişên pispor, leşker û polîs?

Aktîvîsta TJAyê Rojbîn Bor dibêje; “Divê em bipirsin çima navê çawişên pispor, polîs û kesên çekdar di nav van bûyerên bi vî rengî de derdikevin? Şer îro li dijî laşê jin û ciwanan dimeşe. Navê vê hişmendiyê polîtîkaya şerê taybet e” û balê dikişîne ser şerê demê.

1 deqe xwendin
Çima çawişên pispor, leşker û polîs?

Çawişên pispor bi kuştina jinan, tiryak, fihûş û gefxwarinê dikevin rojevê. Rayedarên dewlet û hikûmetê bi destê leşker, polîs û çawişên pispor li dijî civakê şerekî taybet dimeşînin. Di bûyerên ku pêk tên de kujer û sûcdar nayên darizandin û nayên cezakirin. Ev jî dihêle ku ev bûyerên bi vî rengî zêdetir bibin. Herî dawî çawişê pispor Mûsa Gezer li Şemzînanê ji malbatekê 4 kes kuştin. Têkildarî bûyerê aktîvîsta TJAyê Rojbîn Bor nirxandinên girîng kirin. Rojbîn Bor, anî ziman ku vê bûyerê tenê wekî kuştina malbatê, edlî û bûyereke munferît nabînin û got: “Divê em bipirsin çima navê çawişên pispor, polîs û kesên çekdar di nav van bûyerên bi vî rengî de derdikevin? Ev pirsgirêka kesekî/ê nîne. Encama hişmendiya ku çek û desthilatî asayî kiriye. Navê vê hişmendiya Polîtîkayê Şerê Taybet e. Şer tenê li çiyê nameşe, şer li ser laşê jinan, ciwan û tevahiya civaka kurd tê meşandin. Dema li Şemzînanê çawişê pispor 4 kes kuştin, tenê ji malbatekê kes nehatin kuştin. Tevahiya civakê û derdorê êş jiya. Hemû derdor bi bandor bûn. Em dibînin ku tundî û çek roj bi roj bêhtir normal dibin. Destdirêjiya li dijî zarok, keç û jinan bêhtir normal dibe. Ev hesteke trawmayê di nav civakê de ava dike.” 

Li dijî jinên kurd şer dikin 

Rojbîn Bor da zanîn ku îro dema qala çareserî û aştiyê tê kirin bûyerên bi vî rengî, hêvî û baweriya gel jî dişkînin û wiha axivî: “Ev bûyer beşek ji şerê taybet e. Di salên 1990î de mirov dihatin kuştin û wendakirin. Lê îro şert û merc guherîne. Niha jî em dibînin ku laş û vîna jinan di bin vî şerê taybet de ne. Dema ku jinek tê kuştin, dema ku dosyayek bê encam dimîne û dema ku kujer bê ceza dimîne, em nikarin vê rewşê ji polîtîkayên şerê taybet cuda bibînin. Bi taybetî bûyerên ku li Kurdistanê diqewimin parçeyekî şerê taybet e. Bi taybetî li Kurdistanê û li ser laşê jina kurd  ev şerê taybet tê meşandin. Li ser hebûna jina kurd ev şer tê meşandin.’’ 

Di şexsê jinê de diwazin civakê bixin

Rojbîn Bor pirsa “Çima jina kurd?’’ jî bi gotina; “Jina kurd li ser vê axê ne tenê jin e. Dema jineke kurd tê hedefgirtin, tenê wekî kesek nayê hedefgirtin. Tevahiya tora wê ya civakî jî bê pandor dibe” bersivand û bal kişand ser van xalan: “Hedefa polîtîkaya şerê taybet ne tenê kesek e. Di salên 1990î de hedef digirtin, an dikuştin an jî wenda dikirin. Niha polîtîkayên cuda diceribînin. Dema kesekê dikin hedef, tenê wê nakin hedef, li gel wê; cîran, malbat, heval û hemû derdora wê jî dikin hedef. Dixwazin xwişk û birayê wê, malbat û xizmên wê û hemû derdora wê bikin xwedî şerm û qisûreke mezin. Dixwazin bi vê yekê kes û derdora wê ji civakê qut bikin û bixin nav tora xwe. Pergal jina kurd wekî eniyeke şer dibîne. Dema ku jina kurd xistin kontola xwe, tê wateya ku ew kozik û eniya şer xistin kontola xwe. Dema ew kozik ket, yên derdora wê jî dibin xwedî şerm û hêza wan a gotinê jî namîne. Dixwazin ku derdora wan êdî nikaribe li qadekê gotinekê bêje û bibe xwedî vîn. Li gel kesa ku bûye hedef, derdora wê jî ji qadên têkoşîn û berxwedanê dûr dixin.” 

Divê em civakê biparêzin

Rojbîn Bor destnîşan kir ku şerê taybet dixwaze civakê parçe bike û bi rê ve bibe û ev agahî lê zêde kir: “Dixwazin baweriya civakê ya li hemberî hev bişikîne, gumanên civakê li hemberî hev zêde bikin û civakê birizînin. Dixwazin ruhê berxwedanê lawaz bikin, civak an qet neaxive, an jî tenê li ser kes û eybên xwe biaxive. Ji ber vê yekê ev pirsgirêk, pirsgirêkek siyasî û civakî ye. Dema civak ji nirxên xwe dûr ket, wê demê şerê taybet digihîje armanca xwe. Divê li dijî vê yekê em bêhtir civakê hişyar bikin, bi rêxistin bikin û destûrê nedin ku kesên xwedî unîforma, çek û dewlet dane pişt xwe bi hêsanî nekevin nav civakê û nehêlin ku dest dirêjî zarok û jinên me bikin. Divê em bikin ku civak li dijî van bûyeran xwedî bertek be, xwe biparêze û sekneke berxwedêr nîşan bide.” 

Heta jiyana jinê nebe xeta sor…

Rojbîn Bor da zanîn ku herî dawî Mûsa Gezer 4 kes kuştin û got ku berê jî Mûsa Orhan û gelek çawişên pispor bi çeka dewletê ev bûyer pêk anîn û wiha bi dawî kir: “Van kesan bi çeka dewletê ev bûyer anîn serê kurdan. Divê teqez civak li hemberî van bûyeran bêdeng nemîne. Rêxistinên jinan, civakî û demokratîk li dijî vê yekê bêdeng nemînin. Divê li dijî van bûyeran helwestên xurt nîşan bidin. Heta ku ev bêcezatî bi dawî nebe û heta jiyan û azadiya jinan nebe xeta sor a civakê, mixabin em ê van bûyeran disa bibînin. Divê em li hemberî van bûyeran bêdeng nemînin.”