Berî her kesî divê tu kurdîparêz bî!
Heke gelê kurd dibêje “ziman xeta me ya sor e”, “zimanê me rûmeta me ye”, “em hebûna xwe bi zimanê xwe diparêzin”, divê bi ruhê seferberiyê tev li têkoşîna parastina ziman bibe.

Xeyrî Welat
Zimanê kurdî yek ji wan zimanên herî dewlemend û xwedî zarava ye ku di nav zimanên cîhanê de cihekî hêja digire. Li ruxmê hemû polîtîkayên bişaftin û qirkirinê, bi hezaran sal in hebûna xwe berdewam dike. Dibe ku bi têkoşîna dehan salan re, li hin perçeyên Kurdistanê mafên perwerdeya bi zimanê kurdî jî hatibe bidestxistin. Li Başûr di warê zaravayê soranî de, li Rojava di warê kurmancî de gelek pêşketin derketin holê; dibistan û zanîgeh hatin avakirin, bi milyonan zarokên kurd bi zimanê dayika xwe perwerde dibin. Dîsa li rojhilat û bakurê Kurdistanê jî bi salan e têkoşîna ziman tê meşandin. Lê li van her du beşên Kurdistanê hêj pêwistî bi xebatên ziman mezin heye.
Rejîma Îranê ya kujer her çendî di warê axaftina bi kurdî de zexteke berbiçav dernexe holê jî, di warê perwerdeyê de ti sînorên exlaqî nas nake. Gelek mamosteyên zimanê kurdî ji ber perwerdeya bi kurdî dane, hatine girtin û rastî cezayên giran hatine. Hêj gelek mamosteyên zimanê kurdî di girtîgehên rejîma Îranê de girtî ne. Dema mesele dibe dibistan û perwerde, hemû polîtîkayên hovane dikevin dewrê. Ji ber van polîtîkayên qirkirinê di warê pêşketina ziman û perwerdeyê de kêmasiyên cidî rû didin û ev bandoreke xirab li ser çand û zimanê me dike.
Bêguman yek ji serkêşên polîtîkaya qirkirina çand û zimanê kurdî, dewleta tirk e. Bêyî ku hebûn û statuya gelê kurd li ber çavan bigire, di hemû qedexeyên li dijî hebûn û nasnameya kurdî de, serkêşiyê dike. Qedexekirina zimanê kurdî ji bo wan cihê kêf û seyranê, mijara sorkirina nijadperestî, reşkirina nasnameya kurdî ye. Pir bi hêsanî wî mafî di xwe de dibînin ku dibêjin “zimanê nayê zanîn” û li meclis, dadgeh, çapemeniyê û hwd. êrişeke bêpîvan li dijî hebûn û nasnameya gelê kurd didin meşandin.
Bi dehan saziyên zimanê kurdî û yekane rojnameya kurdî (Azadiya Welat) li Tirkiye û Kurdistanê, bi dehan caran hatin girtin, her cure hovîtî xistin meriyetê. Bi hemû sazî û dezgehên xwe, bi leşker û polîsên xwe, bi mamoste û memûrên xwe, bi cemaet û terîqetên xwe, bi faşîst û nijadperestên xwe polîtîkayeke herî qirêj meşandin. Me bi dehan caran gotibe “ji vê hovîtiyê re êdî bes e” jî, divê em careke din jî bêjin “êdî bes e’’. Bi rastî jî ne tenê ji van dewletên hovane re “êdî bes e”. Ji gelek siyasetmedar, hevşaredar, rewşenbîr û kesên bi kurdî naaxivin re jî em bêjin “êdî bes e”. Bi zimanê xwe biaxive, tu nizanibî jî li gelek cihan sazî û derfetên hînbûna zimanê kurdî hene. Tu li ku dibî bibe, bi rêya înternetê jî dikarî hînê zimanê xwe bibî.
Piştî “plana çokdanînê” ya 2016an şûn de, hema bêje hemû sazî û dezgehên bakurê Kurdistanê ji hêla dewleta tirk ve hatin girtin. Xebatên di pêşengiya Tevgera Ziman û Perwerdeya Kurdî (TZP-KURDÎ) û Komeleya Zimanê Kurdî (KURDÎ-DERê) dihatin meşandin, bi êrişên dewletê hatin rawestandin. Ji nû ve sazkirina saziyên ziman, gelek sal xwestin. Hema bêje gelek saziyên ziman, çand û hwd. di nav van deh salan de ji nû ve hatin avakirin. Niha ji bîst saziyan zêdetir xebatên zimanê kurdî tên meşandin û li van saziyan roj bi roj saziyên nû tên zêdekirin. Dîsa di demên dawî de panel, şahî, meş gelek xebatên cihêreng tên lidarxistin. Li gel van, tê payîn ku di navbera 27-28ê hezîranê de li Amedê bi dirûşma “Ji bo muzakereyê, ji statuyê heta perwerdeyê çarçoveyeke nû”, konferanseke ziman bê lidarxistin. Tê gotin ku dê bi qasî 550 delege tev li vê konferansê bibin. Konferans dê bi heft rûniştinan pêk bê û di warê siyaset, hiqûq û çapemeniyê de, nîqaş bên kirin. Bêguman divê ev konferans tenê bi nîqaşan re sînordar nemîne; bar tenê li ser milê saziyên ziman neyê hiştin. Plansaziyeke xurt ji bo pêşerojê bê derxistin. Hemû saziyên me yên kurdistanî tev li têkoşîna parastina ziman bibin. Di her warî de derfetên pêşxistina ziman saz bikin. Dîsa hemû şaredariyên gel ên demokratîk rol û rista xwe ya ji bo ziman bilîzin û ji kêmasî û lawaziyên heyî xwe rizgar bikin.
Heke gelê kurd dibêje “ziman xeta me ya sor e”, “zimanê me rûmeta me ye”, “em hebûna xwe bi zimanê xwe diparêzin”, divê bi ruhê seferberiyê tev li têkoşîna parastina ziman bibe. Divê berî her kesî em kurdîparêz bin. Bêguman em bi têkoşîna xwe zextan li dewleta tirk bikin ku zimanê kurdî wekî zimanekî fermî qebûl bike. Bêguman em di her warî de zimanê xwe di rojevê de bihêlin, bila siyasetmedarên me li her platformê serwextiya ziman ava bikin, tenê têkoşîna parastina ziman li ser milê saziyên ziman nehêlin. Lê bi dehan sal in, têkoşîna ziman tenê li ser milê saziyên ziman û çapemeniya kurdî hatiye hiştin. Sed mixabin hêj bi sedan heval û hogirên me bi kurdî naaxivin. Ji bilî xêrhatina mêvanên di bername û mitîngan de, zêde kes bi kurdî naaxive. Heke li dijî zimanê me êrişeke topyekûn hebe, divê li dijî vê êrişê jî parastineke topyekûn hebe. Nexwe dê ti encamek neyê bidestxistin. Hêj di gelek civînên me yên sazî û hwd. de axaftina tirkî serdest e. Ji hêlekê ve ew qas ked û xwêdan ji hêla van saziyên me yên ziman ve tê dayîn, ji hêlekê ve bingeha ew qas xebatan bi neaxiftina ziman tê valakirin. Ez bawer im li ti cihî ne nehatiye dîtin. Bi rastî jî bêhna mirovan diçike, mirov nizane dê çi bibêje. Tenê em gotina, “berî her kesî divê tu kurdîparêz bî” bi bîr bixin.


