Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin hevdîtin kirin
Ofîsa Serokê YNKê ragihand ku Bafil Talabanî li Debaşan a Silêmaniyê bi Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin re civiya ye.

Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talabanî li devera Debaşan ya bajarê Silêmaniyê bi Serokê Tekîlata Îstixbarata Millî (MÎT) Îbrahîm Kalin re hevdîtin kir.
Ofîsa Bafil Talabanî ragihand ku Bafil Talabanî li Debaşanê pêşwaziya Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin kir. Di hevdîtinê de geşedan û guhertinên dawî hatin nîqaşkirin û girîngiya parastina aramiya herêmê hate destnîşankirin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Pêvajoya aştiyê hate nîqaşkirin û Serok Bafil piştgiriya YNKê ji bo serkeftina vê gava dîrokî dubare kir û got; ‘Emê hewlên xwe li ser rêya Mam Celal bidomînin da ku ev gava girîng û biryardar bi ser bikeve. Bi armanca pêşvebirina jiyana hevbeş û bidestxistina aştiyeke berfireh ku di berjewendiya ewlehî û aştiyê li tevahiya Rojhilata Navîn de be.”
Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin du rojin li Iraqê ye ku li Bexda û Kerkûkê gelek hevdîtin bi rayedarên Iraqî û Tirkmen re kir. Lê, rojeva serdana wî ne diyare û nayê zanîn ka wî bi van aliyan re çi nîqaş kiriye.


