Artêşa tirk pêvajoye nas nake
Artêşa Tirk li Başûr û Rojavayê Kurdistanê pêvajoyê nas nake û îşkenceyê li welatiyan dike. Di 2 mehên dawî de bi kuştin, îşkence, qedexe û talanê ket rojeva çapemeniyê.

Leşkerên tirk di 2 mehên dawî de bi îşkence, qedexe, kuştina welatiyan û şewitandina zeviyan dikeve rojeva çapemeniyê. Di 2 mehên dawî de îşkence li 6 welatiyan kir, agir berda zeviyan, gund qedexe kirin û 10 welatî gulebaran kirin.
Her çend PKKê li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 1ê Adara 2025an de agirbest îlan kir, di 12emîn Kongreya 5-7ê Gulana 2025an de biryara fesixkirinê da û di 11ê Tîrmeha 2025an de bi merasimeke bi heybet çek şewitandin jî, leşkerên tirk li dervê sînor êrîşên xwe yên li dijî mirovan berdewam dike. Li aliyekî li Başûrê Kurdistanê îşkencê li welatiyan dike û destûr nadin gundî biçin gundê xwe, li aliyekî li sînorê Kobanê gundiyan gulebaran dike û li nava zeviyên wan, wan qetil dike, li aliyê din li Zergan û Tiltemirê agir bi zeviyên genim dixe û zeviyên genim dişewitîne. Dîsa li ser sînor xendekan dikole. Li gorî agahiyên çavkaniyên ser sînor, nûnerê CPT û parazvanên mafên mirovan di demên cuda de di çapemeniyê de parve kirin, êrîşên leşkeran li Kobanê, Zaxo, Şeladiz û Til Temîrê êrîş û zextên liser gel zêde bûne.
Endamê Rêxistina CPT-Amerîka Kameran Osman di 4ê Tîrmehê de ragihan ku li bajarokê Şêladizê atêşa Tirk 6 ciwan binçav kirin û rojek şûnde îşkence li wan kirine. Kameran Osman destnîşan kir ku sibeha 1ê Tîrmehê 6 ciwanên bajarokê Şêladizê ya ser bi Amêdiyê ku ji bo komkirina giyayan xwestibûn biçin gundê xwe Bêspê û Kukerê li nêzîkî Çiyayê Kurojaro ya dikeve pişt Şêladizê û got: “Dema dixwazin biçin gund dikevin kemîna leşkerên Tirk û tên binçavkirin. Leşkerên Tirkiye bi qondaxeyên çek, qawîş û zeleyan li ciwanan êşkence dikin.”
Hevserokê Meclisa Bajarê Til Temirê, di 24ê hezîranê de; diyar kir ku baregehên leşkerî yên dewleta tirk li herêmên hatine dagirkirin, agir berda zeviyên çandiniyê li gundewarên bajêr, di encamê de ziyanên mezin li çandinî û milkên cotkaran bû.
Di 20ê Hezîranê de, leşkerên tirk ên li baregeha gundê Leylanê yê rojavayê bajarê Til Temirê dîsa agir berdan zeviyên çandiniyê.
Endamê rêxistina CPT ya Amerîkî Kameran Osman di 16ê Hezîranê de jî ragihand ku artêşa Tirkiyê rê li ber niştecihên 21 gundên li ser sînorê îdareya serbixwe ya Zaxoyê girtiye ku vegerin ser gundên xwe.
Leşkerên Tirk ên li ser sînor di 19ê Gulanê de 10 sivîlên ji bajarê Til Temirê gulebaran kirin. Di gulebaranê de 3 kes birîndar bûn.
Di 17ê Gulanê de; 11 kes ku piraniya wan zarok bûn, li nêzîkî bajarê Girê Spî li ser sînorê Sûriye-Tirkiyeyê dema ku hewl dida derbasî Tirkiyeyê bibin, ji aliyê leşkerên tirk ve hatin girtin û îşkence li wan hat kirin.
Leşkerên tirk di 11ê Gulanê de şêniyekî ji gundê Koskê yê Kobanê dema ku li ser zeviyên xwe yên çandiniyê dixebitî, leşkeran gulebaran kir û kuşt.
Di serê sibatê de dema ku leşkerên Hikûmeta Sûriyeyê û dewleta tirk dorpêça li ser Kobanê didomîne, li derdora Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê di bin çavdêriya leşkerên tirk de xendek tên kolandin.
Ev çend kiryarên leşkerên tirk ên li Kobane, Til Temir, Zaxo û Şeladizê nîşan dide ku leşkerên tirk akere pêvajoyê nas nake û îhlal dike.


