Agirê bi zeviyan ket nêzî Nisêbînê dibe

Li Navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di saetên şevê de agir bi zeviyan ket. Pêtên agir ji Qamişlo ve hatin dîtin. Şewata zeviyan didome. Agir her ku diçe nêzî navçeya Nisêbînê dibe.

1 deqe xwendin
Agirê bi zeviyan ket nêzî Nisêbînê dibe

Li nêzî navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê li hemberî taxa Hilêliyê ya Qamişloyê agir bi zeviyê ket. Agirê ku di saetên êvarî de bi zeviyê ket, di saetên şevê de belav bû. Pêtên agir ji Qamişlo ve hatin dîtin. Welatiyên ji Qamişlo, ji bin xetê wêneyê şewatê kişandin û destnîşan kirin ku şewata zeviyan didome. Çavkaniyan dan zanîn ku her çendî agirkuj û welatî mudaxale dikin jî şewet didome.