Abdullah Ocalan ji bo Kadîr Înanir peyama sersaxiyê şand

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo mirina hunermend Kadîr Înanir peyama sersaxiyê şand.

1 deqe xwendin
Abdullah Ocalan ji bo Kadîr Înanir peyama sersaxiyê şand

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo mirina hunermend Kadîr Înanir peyama sersaxiyê şand. 

Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha ye:

“Ez hunermendê mezin Kadîr Înanir ku di dilê gelê Tirkiyeyê de cih girtiye, bi rêzdarî bi bîr tînim.

Ew jî wek Yilmaz Guney û Sirri Sureyya nûnerê mezin ê xeta hunera sînameyê bû. Ew hunermendekî rasteqîn bû ji bo gel. Di dilê gel de xwedî nirxeke etîk û estetîkê bû. Yek jê pêşengên aqîlmend ê rast û bi israr ê pêvajoya aştiyê bû. Ew jî wekî Sirri Sureyya Onder şopdarê pêvajoya dawî ya aştiyê bû.

Ez bawer dikim ku dê Pêvajoya nû ya Aştî û Civaka Demokratîk bigihêje serkeftinê. Bi vê serketinê dê ruhê wî şad be. Ez ji xizm, dostên wî re û ji gelên me re sersaxiyê dixwazim û bi rêzdarî û hezkirin silav dikim.

Abdullah Ocalan

27ê Hezîrana 2026-Îmrali”