1080 rojin nobeta azadiyê digirin
Mexmûrî ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 1080 rojin bi awayekî dorveger nobeta azadiyê digirin.

Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di 20ê Tîrmeha 2023an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin bi koma 208an û di roja 1080an de didome.
Di dewrgirtina çalakiya nobetê ya ku li navenda Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê pêk hat de, endam, rêveberên sazî, dezgehên civakî û gelek kes amade bûn. Di çalakiyê de wêneyên Rêber Apo hatin bilindkirin û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin.
Piştî deqeyek rêzgirtinê, li ser navê koma 207an Endama Rêveberiya Meclîsa Gel Fatma Bîlen axivî.
Fatma Bîlen di destpêka axaftina xwe de bal kişan ser sekin û berxwedana Rêber Apo û diyar kir ku ew berxwedana li Girava Îmraliyê ya 27 salan silav dikin.
Fatma Bîlen anî ziman ku tevî hemû tecrîda li giravê û nêzîkatiyên dewleta Tirk ên derveyî hiqûqî jî, Rêber Apo tu carî ji sekin û ji berxwedana xwe tawîz nedaye û diyar kir ku îradeya xwe tu carî radestî dijmin nekir.
Fatma Bîlen di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser banga ‘Aşîtî û Civaka Demokratîk’ ya ku ji aliyê Rêber Apo ve hatibû kirin û got: “Ji Sibata 2025’an ve dewleta Tirk hîna rast nêzî banga Rêbertî nebû ye. Em wek gelê Kurd diyar dikin ku Rêbertiya me îradeya me ye, hebûna me ye û xeta me ya sore.”
Fatma Bîlen da zanîn ku dewleta Tirk qanûnan li gor berjewendiyên xwe derdixe, diguhere û destnîşan kir ku ev nêzîkatî nayê qebûl kirin.
Fatma Bîlen qala şert û mecên tecrîdê ya li ser Rêber Apo hê jî dewam dike kir û wiha pêde çû: “Emê jî bi sekin û berxwedana xwe destê Rêbertiya xwe xurt bikin. Ji ber dewleta Tirk dixwaze Rêbertiya me li derveyî qanûnê bihêle. Emê li dijî vê yekê mafê Rêbertiya xwe, gerîllayên xwe biparêzin.”
Fatma Bîlen bal kişand ser ragihandina Tirkiyeyê ya şerê taybet û destnîşan kir ku dixwazin bi rêya ragihandina xwe fikrên Rêber Apo vala derbixin û bandora şerê taybet li ser gel zêdetir bikin û got: “Pêwîste gelê me li hember şerê taybet hişyar be. Heya azadiya fizîkî ya Rêbertiya me pêk neyê, emê berxwedana xwe bidomînin û çalakiyên xwe berdewam bikin.”


